Kurdên li Ewropayê ji bo Kobanê li ser piyan e

Kurdên li Ewropayê ji bo Kobanê li ser piyan e

Kurdên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikşînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û piştgiriyê bidin berxwedana gel a li Kobanê, çalakiyên xwe bênavber dewam dikin. Li bajarên Fransa Montpellier û Marsîlyayê meş, li bajarê Danîmarka Valby greva birçîbûnê û li bajarê Elmanya Stuttgartê jî çalakiya kon hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montpellierê dijîn, duh êvarê bi armanca piştgirîdayîna Kobanê meşek lidar xistin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellierê ve hat organîzekirin, li Rue Gambetta destpê kir. Di axaftinên li meşê de bal hat kişandin ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê û banga bilindkirina berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.

JI JINAN ÇALAKIYA BI ZINCÎRÊ

Li Marsîlyayê jî, jinên Kurd bi zincîran çalakiyek lidar xistin. Komek ji jinên li meydana Vieux-Portê civiyan, bi dowîz û dirûşman komkujiyên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan dike û êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kirin. Jinan banga piştgirîdayîna gelê Kobanê li raya giştî ya navneteweyî kirin. Çalakiyên li Marsîlyayê yên li dijî DAIŞ'ê wê sibê bi meşeke girseyî dewam bike. Meş wê saet di 13:00 de li meydana Reformes Canebiere destpê bike.

LI BORDEAUX’Ê KONÊ BERXWEDANÊ

Li bajarê Bordeauxê, çalakiya 'Konê berxwedana Kobanê' ket roja duyemîn. Di çalakiya li Place Pey-Berland a avahiya Şaredariyê lê ye de, bi pankarteke mezin a bi zimanên Fransî û Îngilîzî berxwedana Rojava hat silavkirin. Çalakgeran bi belavokên belavkirî re bal kişandin ser hovîtiya DAIŞ'ê û berxwedana Kobanê û gelê Rojava ya li hemberî vê. Çalakiya "Konê bexwedanê yê Kobanê" wê sibê saet di 17:00 de bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA DUYEMÎN DE YE

Li bajarê Danîmarka Valby jî, greva birçîbûnê ya ji aliyê komekê ve hat destpêkirin di roja duyemîn de ye. Di greva birçîbûnê ya ji bo destekdayîna berxwedana gelê Kobanê û YPG'ê de, midûrê ROJ TV ya hat tarîkirin Îmdat Yilmaz jî di nav çalakgeran de ye. Greva li Komeleya Çanda Kurd a Danîmarkayê du saet di 10'an de destpê kir wê heta 28'ê Îlonê roja Pêncşemê dewam bike.

ÇALAKIYA KON A JINAN DEWAM DIKE

Li bajarê Elmanya Stuttgartê jî çalakiya kon a Însiyatîfa Jinên Kurd di roja duyemîn de ye. Di çalakiya ku dostên Kurdan jî destekê didin de, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê belavok hatin belavkirin. Çalakî wê roja Şemiyê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

LI ELMANYAYÊ ÎRO LI 4 CIHAN, SIBÊ JÎ LI 5 NAVENDAN ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Li Aliyê din meş û mîtîngên li bajarên cuda yên Elmanyayê wê îro û sibê jî dewam bikin. Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekê bang li Kurdan kir ku beşdarî çalakiyan bidin. 

Li gorî vê yekê çalakiyên îro werin lidarxistin ev in:

-Ingolstadt: Mîtîng, Cih: Brücenkopf Str, Saet: 15:00
-Mannheim: Konê nobedê û mîtîng, Cih: Markplaz, Di navbera 15:00-18:00 konê nobedê, piştre jî mîtîng.
-Hannover: Meş, Cih: Steintor, Saet: 17:00
-Frankfurt: Çalakiya Kon, Cih: Hauptwache, Di navbera 11:00-19:00 de

Çalakiyên wê sibê werin lidarxistin:

-Frankfurt: Mîtîng, Cih: Hauptwache, Di navbera saet 16:00-19:00
-Stuttgart: Çalakiya kon û mîtîng, Cih: Wilhelmplatz, Di navbera saet 12:00-17.00 de çalakiya kon, saet di 17:00'an de mîtîng, Cih: Lautenschlager Str.
-Berlîn: Meş û mîtîng, Cih: U-Bahn Wittenberg Platz, Saet:16:00
-Kassel: Mîtîng, Cih: Holländischen Platz, Saet: 14:30
-Dusseldorf: Meş û mîtîng: Cih: DGB Haus, Saet:14:00 (Wê bi beşdairya Kurd û dostên Kurdan ên ji bajarên Dusseldorf, Bonn ,Wuppertal, Essen, Koln, Dortmund, Bielefeld, Munster, Hagen, Duren, Aachen û Leverkusen’ê pêk were)