Kurdên li Ewropayê komployê şermezar dikin
Kurdên li Ewropayê komployê şermezar dikin
Kurdên li Ewropayê komployê şermezar dikin
Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 15. de li gelek navendên Ewropayê tê protestokirin. Li bajarên Elmanya Gîessen û Frankfûrtê, li bajarê Fransa Rennesê û li bajarê Holanda Den Haagê bi çalakiyan komplo hat protestokirin.
Li bajarê Elmanya Gîessenê, bi pêşengiya meclîsa gel a herêmê meşeke bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Meşê saet di 16:00 de li Kîrschînplatzê destpê kir û tê de belavoka Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) a li ser Komploya 9'ê Cotmehê hat belavkirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bimirine Komploya 9'ê Cotmehê", "Bimire NATO", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Meşvan piştî meşê li Kîrchînplatzê vegeriyan û mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de li ser navê meclîsa gel a herêmê û tevgera ciwanan axaftin hatin kirin. Mîtîng saet di 17:00'an de bi dawî bû.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, 9'ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Herêmê ve hat organîzekirin saet di 16:00 de li Meydana Alte Oper destpê kir. Bi kesan Kurdistanî beşdarî meşê bûnû dirûşmên "Bimire Komploya 9'ê Cotmehê", "Bimire NATO" û "Bijî Berxwedana Rojava" hatin qîrîn.
Li dû meşê li Romerplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Gel a Herêma Frakfûrtê Omer Koyûcer peyivî û got, "Komplo bi sekna gelê Kurd re îro pûç bûye."
Li bajarê Holanda Den Haagê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd meşek hat lidar xistn û ji bajarên Amsterdam, Arnheîm, Dodrechtê Kurdistanî beşdar bûn.
Di meşê de dirûşmên "Terorîst El Nûsra", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka der heqê armanca wê de, bi dawî bû.
Li bajarê Fransa Rennesê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd, bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî meşek hat lidarxistin. Di meşê de komkujiya li Rojava hat şermezarkirin.
Di dema meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de îmze hatin berhevkirin û belavokên komploya navneteweyî vedigotin, hatin belavkirin.