Kurdên li Fransayê komeleyekî nû avakirin

Kurdên li Fransayê komeleyekî nû avakirin

Kurdên li Herêma 91’mîn ya Fransayê jiyana dikin komeleyekî nû avakirin. Piştî xebatên gel yên di rasteka vê daxwazê de li semta Ris-Orangiş, Komela Çanda Kurdistanê bi şahiyekê hate vekirin.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd yên Fransayê (FEY-KA) Mehmet Ulker, nûnerên din yên komeleyên Kurdan yên Fransayê û her wiha Kurdên li herêmê jiyan dikin tevlîbûn. Şahiya vekirinê ku bi rêzgirtinê destpêkir, Serokê FEY-KA’yê Mehmet Ulker axaftinek kir.

Ulker balkişand ser pêşveçûnên li Kurdistanê tên jiyankirin û got; “Dewleta Tirk li hemberî Kurdan şerekî topyekun birêve dibe. Gelê Kurd jî li her qadê tekoşîna xwe bilind dike. Rojhilata Navîn ku di kele, çavê hemû cîhanê li gelê Kurde.”

Ulker bang li Kurdên herêmê kir ku, bibin endamê komeleyê û xwedî lê derbikevin. Ulker aşkera kir ku, pêwîste ev komele bibe, saziyekî pirsgirêkên civakî, çandî, sosyal, siyasî û aborî çareser bike.

Her wiha Serokê FEY-Ka’yê Ulker di axaftina xwe de balkişand ser çalakiya rûniştinê ya bêdem ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Straabourgê hatiye destpêkirin, bang li Kurdên li Ewropayê kir ku xwedî li vê çalakiyê derbikevin û piştgiriyê bidinê.

Piştî axaftinan Koma Heyste û Çan, Koma Newa stran gotin. Vekirina komeleyê bi dîlanê dawî bû.