Kurdên li Krasnadarê piştgirî dan Rojava
Kurdên li Krasnadarê piştgirî dan Rojava
Kurdên li Krasnadarê piştgirî dan Rojava
Kurdistaniyên li Krasnadar dijîn ji bo balê bikişînin ser komkujiya komên çete û pişgirî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê civînek li darxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Rûsyayê Krasnadar dijîn, ji bo komkujiya komên çete şermezar bikin û pişgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê, tevî welatiyên Rûs civînek li dar xistin. Civîn ji hêla Oganizasyona Medya ve hat organîzekirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku êrîşên komên çete di demê dawî de li ser Kurdên sivîl zêde bûne, li beramberî van êrîşan bêdengiya raya giştî û dewletên Rojava hat şemezar kirin. Her wiha di berdema civîn de Kurdên li Rusyayê dijîn pişgirî dan şoreşa Rojavayê Kurdistanê.