Kurdên li Moskowayê qurbanên xwe bexşî Rojava kirin

Kurdên li Moskowayê qurbanên xwe bexşî Rojava kirin

Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, di cejna qurbanê de, qurbanê xwe bexşî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kirin. 

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê dijîn, di cejna qurbanê de li Mala Kurdan li hev civiyan û cejna hev pîroz kirin. 

Kurdistaniyan di cejnê de qurbanên xwe yê îsal ji bo bi gelê Rojavayê Kurdistanê bibin alîkar bexşî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kirin. Kurdistaniyan ji bo bigihînin Rojavayê Kurdistanê qurbanên xwe radestî Mala Kurdan kirin.