Kurdên li Rûsyayê: Divê Rûsya alîkariyê bide Kurdan
Kurdên li Rûsyayê: Divê Rûsya alîkariyê bide Kurdan
Kurdên li Rûsyayê: Divê Rûsya alîkariyê bide Kurdan
Nunerên saziyên Kurd ên li Moskowayê bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên DAIŞ ên li ser Kobanê û Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîste dewleta Rûsyayê li hember van êrîşan bêdeng nemîne.
Li paytextê Federasyona Rûsya Moskowayê, nûnerên sazî û rêxistinên Kurdan bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşên komên çete DAIŞ li ser kantona Kobanê û Şengalê bi tûndî şermezar kirin.
Di daxuyaniya ku îro saet di 13:00’an li pêşiya avahiya Mala Kurda hat dayîn de Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şamoyev, Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a bajarê krasnadar "Medya" Îşxan Ankosî, Endama Rêvebiriya Organîzasyona Jinên Kurd ên Bajarê Moskowa “Viyan” Amîna Tîmûr, Tevgera Çand û Hunera Kurd a Qada YDS’ê Şiyar Elî, Edîtorê Ronameya Kurdistana Azad Îşxanê Mîro, Şanoger û Senarîst Şalîko Bêkes û Pîra Êzîdî Manana Ebdo amade bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd Mêrab Şamoyev axivî û diyar kir ku pêwîste dewleta Rûsyayê jî piştgiriya xwe ji gelê Kurd re raber bike û got: “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li hember dijminekî hov û paşverû berxwedanek mezin dide meşandin. Berxwedana Rojava û Başûr ji bo hemû Kurdan pîroz e. Pêwîste hemû Kurd piştgiriyê bidin vê şoreşê û xwedî lê derkeve. Komên çete DAIŞ bi navê Îslamê gelê qetil dikin tu eleqeyan wan bi Îslamiyetê re nîne. Ev hêzên ku bi piştgiriya dewletên serdest li welatê me qetlîama didin meşandin bi tûndî şermezar û lanet dikin. Banga min ji Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ew e ku; pêwîste Rûsya wek endamê daîmî yê NY li pêşberî van komkujiyên DAIŞ li ser Kurdan dide maşandin bêdeng nemîne û piştgiriyê bide gelê Kurd.”
Serokê Otonomiya Çanda Kurd a bajarê Krasnadar "Medya" Îşxan Ankosî jî da xuyakirin ku di dîrokê de her tim gelê Kurd li hemberî zordestî û komkujiyan li ber xwe daye û got: “Hezar û sêsid sal berê hêzên Îslama paşverû li hember dewlata kurd ya Sasanî şer dan meşandin. Ev şerê ku îro li Kurdistanê tê maşandin berdewama wî şerî ye. Ev hêza faşîst di dîrokê de her tim xwestiye gelê Kurd tine bike. Lê gelê Kurd ti carî jê re serê xwe netewandiye. Îro DAIŞ bi navê Îslamê gelê Kurd çi misliman, çi Êzidî û çi jî Elewî dikeve ber dikuje û qetil dike. Derdê DAIŞ ne Îslamiyet e û ne jî baweriya Îslamiyetê ye. Wan xwe bi navê Îslamiyetê kamulaj kirine û êrîşî gelan dikin. Pêwîste hemû hêzên demokrat û mirovhez li hember van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin. Bi taybet hêzên Kurd pêwîst rojekê berî rojekê xwe bikin yek û yekîtiya Kurdan ava bikin.”
Di daxuyaniyê de endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Bajarê Moskowa “Viyan” Amîna Tîmûr di axaftina xwe got: “Berxwedana YPG û YPJ ji hemû Kurdan re bûye hêviya serketinê. Pêwîste li her dera Kurd lê dijîn ji bo gelê Rojava û Şengalê beşdarî kampanya alîkariyê bibe. Ger em xwe dibin benda saziyên navneteweyî wê gelê me ji birçîna û ji bêderfetiyan êşê pir giran bijî. Ji ber ev neyên jiyîn pêwîste Kurd li gor derfetên xwe li xwişk û birayê xwedî xwe derkevin. Bi vî awayî em dikarin êrîşên komên çete vala derxin û bin bixin.”
Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got: “Pêvajoya Kurdistan tê re derbas dibe yekîtiya gelê Kurd ferz dike. Di vê pêvajoyê de hin hêzên Kurd êşên gelê Kurd dikşîne ji nedîtinê ve tê û bi gelê re nabe alîkar. Ev hêzên cudahiyê dixin nav gel pêwîste dev ji van emelên xwe yê xirab berdin û rojekê berî rojekê bi gel re bibin alîkar. Serketina gelê Kurd bi yekîtiya hêzên Kurd gengaz e. Îro gelê bi her awayî yekîtiyek xurt pêş xistiye pêwîste rêxistin û partiyên Kurd jî di bin ala yekîtiya neteweyî de bên cem hev. Her wiha em berxwedana Kobanê û Şengalê bi dilekî germ silav dikin. Em ji wan lehêngên Kurdistanê re spasiya xwe dikin ku îro di bin şert û mercên pir zehmet de axa Kurdistanê ji neyara diparêzin. Em sipasiya xwe ji gerîlayê serê çiyê re dikin ku me bihîstiye îro çawa ji bo Şengal û Mexmûrê bû hêza xelasî û rizgariyê berê xwe danê Kobanê jî. Gelê Kurd wê tu carî ne li hember dewletên serdest û ne jî ji DAIŞ’ê serê xwe bitewînin.”