Kurdên li Swêdê li dijî tecrîdê dadikevin qadan

Kurdên li Swêdê li dijî tecrîdê dadikevin qadan

Biboneya 1.salvegera tecrîda ku hikumeta AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêktîne, Kurdên li bajarên Stockholm û Goteborg yên Swêdê xwe ji bo xwepêşandanekî protestoyî amade dikin.

Siyasetmendarê Kurd Kanî Mîran beriya xwepêşandana protestoyî daxuyaniyek da, balkişand ser ku tecrîda li ser Ocalan perçeyek ji nîjadkujiya li ser gelê Kurde. Mîran destnîşan kir ku, desthilatdariya AKP’ê êrîşekî berfireh û veşartî ya ku di dîrokê de hatiye dîtin li dijî gelê Kurd xistiye meriyetê. Mîran da zanîn ku, li gel tecrîda ku li ser Ocalan dane destpêkirin ji bo tevgera gêrîlayan jî ji holê rakin hemû êrîşên dervey hiqûqî zêdekirine, her wiha ji bo astengkirina tekoşîna Kurdan ya legal jî bi sûcdarkirinên bê bingeh bi hezaran siyasetmedar, parêzer, rojnamevan û rewşenbîr girtine. Mîran bêdengiya Yeketiya Ewropa û hikumeta Swêdê ya li beramberî tecrîd û van polîtîkayên nîjadkujiyê bi hevkariya li gel zext û komkujiyê sûcdar kir.

Mîran anî ziman ku, li gor encamên salekê bihêlin lewazbûna tevgera Kurd berovajiyê wê hêj bêhtir bihêz bûye, gelê Kurd bersiva pêwîs di Newroz û 14’ê Tîrmehê de daye desthilatdariya AKP’ê.

Mîran bilêv kir ku, li dijî van êrîşan tu hilbijartekên Kurdan nînin ji bilî saxlemkirina rêxistinbûyîna xwe û bilindkirina tekoşîna xwe. Mîran bang li hemû Kurdan, Swêdî û netewên cûda yên li Swêdê jiyan dikin kir ku, tevlî xwepêşandana 28’ê Tîrmehê were li darxistin bibin.

Xwepêşandana li Stockholmê dê di 28’ê Tîrmehê de demjimêr 13.00’an li Qada Norra Bantorget, ya li Goteborgê jî heman rojê di demjimêr 15.00’an li Brunnparken’ê ye.