Kurdên li quncikê dûr yê Rûsyayê jiyan dikin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev û civînek ya gel li darxistin. Mîrza Elî Edîn diyarkir ku, Rêber Apo bûye meseleya şref û namûsê, heta ku Ocalan negihije azadiya xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn behsa aştiyê nikare were kirin.
Kurdên li navçeya Yarşow yên ser bi bajarê Saratow yê Rûsyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev û civîna gel pêkanîn. Li ser navê komteyê gel Mîrza Elî Edîn axaftinek kir û da diyarkirin ku, “ji bo me Kurdan Rêber Apo bûyer meselaya şeref û namûsê. Negengaze ku heya Rêber Apo negihije azadiya xwe li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştî pêk were. Pêwîste Tirkan jî ev yek fêm kiribe. Heta Rêbertî negehije azadiya xwe dê mirin berdewam bikin. Ne Kurd, ne Tirk û ne jî gelê din yên liherêmê jiyan dikin dê negehin aştiyekî mayînde û hizûrekê.”
Edîn balkişand ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku, “Nêzî sal û nîvê ye tecrîd didome, êdî aliyê wê yê hiqûqî nemaye. Ez bang li hemû rêxistinên cîhanê yên li ser navê mirovahiyê dixebitin dikim, ma hûnê heya kengê li beramberî vî sûcê mirovahiyê bêdeng bimînin. Her kesê ku xwedî wijdan pêwîste li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne. Bisalane em hatine sirgûn kirin û niha em li vir hatine cem hev. Me gelek êş û zehmetî kişandin, lê belê me êşekî wekî vê giran nekişandiye. Pêwîst bike em dê ji bo Rêber Apo bikevin greva birçîbûnê heta dê serî li çalakiyên cûdatir jî bidin. Em dê serî li hemû rê û rêbazên demokratîk bidin. Êdî pêwîste dawî li tecrîda li ser Rêber Apo û şer were.”
Piştî civînê biboneya piştgiriya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya li Ewropa hatiye destpê kirin îmze hatin komkirin.