KURDÎ-DER: Bi ruhê seferberiya azadiya Kurdî li qadê bin
KURDÎ-DER: Bi ruhê seferberiya azadiya Kurdî li qadê bin
KURDÎ-DER: Bi ruhê seferberiya azadiya Kurdî li qadê bin
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER, têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya 1'ê Îlonê pêk bê bang li her kesî kir û xwest ji heft salî heta heftê salî bi ruhê serhildan û seferberiya azadiya zimanê Kurdî, tevlî mitîngê bibin.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê Amedê, têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku di 1'ê Îlonê de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê daxuyanî da çapemeniyê. Sekreterê Gişî yê KURDÎ-DER'ê Birahîm Xelîl Taş anî ziman ku şerê cîhanê yê duyemîn di 1 Îlonê de despê kiribû û wiha got: "73 sal berê, Şerê Duyemîn ê Cîhanê, di 1'ê Îlona 1939'an de, bi dagirkirina Polonyayê ya ji aliyên Naziyan ve destpê kiribû. Ev şer li paş xwe 50 milyon, mirî, bi deh milyonan birîndar, êş, elem, hêsrên çavan û bajar û bajarokên kavilbûyî hîşt. Destpêka vî şerê hovane yê di 1'ê Îlonê de pêk hatibû, ji aliyê hemû neteweyên cîhanê ve wekî "Roja Aştiyê Ya Cîhanê" hat pejirandin."
Taş, da zanîn ku li Rojava li ser navê Îslamê mirovên sivîl tên kuştin û wiha got: "Li ber çavên dinyayê, li Rojava her roj li deverekê bomba tên teqandin û herêma Kurdan ji aliyê çeteyên wekê El-Nusra bi piştevaniya Tirkiyeyê qirkirineke hovane tê kirin. Bi hezaran mirovên sivîl ên wekî zarok, kal û pîr, jin li ser navê îslamê tên kuştin. Bi van pêkanînên hovane gefan li gelê kurd dixwin û armanca van çeteyan û dewletên hevalbendên wan astengkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên tevahiya gelê kurd e. Divê gelê kurd vê rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê helwesta wxe diyar bike û rê li ber hesabên xêrnexazan û şerê sêyemîn ê cîhanê bigire."
Taş, diyar kir ku helwesta hikumeta AKP wan dixe nava fikaran û wiha axivî: "Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoweya Pêvajoya Aştiyeke bi rûmet û Çareseriya Demokratîk de di Newroza 2013'an de bi peyameke ku ji aliyê hemû cihanê ve wekî manîfestoya aştiyê hat qebulkirin agirbest îlan kir. Hêzên çekdar vekişiyan derveyî welat. Ji bo ku ev pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, divê Dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê jî gav bavêje. Ango êdî hemû berpirsiyarî li ser milê dewlet û hikûmetê ye. ji ber ku dewlet di der barê aştiyê de gavên berbiçav navêje, ev jî pêşî li pêvajoya aştiyê digire û me dixe nava fikaran."
'ZIMANÊ AKP'Ê ZIMANÊ ŞER E'
Taş, destnîşan kir ku zimanê AKP'ê zimanê şer û berdewam kir: "Zimanê dewletê ne zimanê aştiyê ye. Zimanê şer û pevçûnê ye. Ev jî dibe sedema fikaran û hêvî û bendewariyên aştiyane qels dike. Eger serokwezîr Erdagan bixwaze di rûpelên dîrokê yên spî de bi rûyekî spî cih bigire divê ji bo ku mafên gelê Kurd ên bingehîn di makezagonê de cih bigirin, bikeve nav hewldanan û demildest ev zagon bikevin meriyetê. Erdogan û dewleta Tirkiyeyê jî wekî 90 salên borî yên komarê wekî rayedarên berî xwe tev bigere, dê ew jî wekî wan têk here û nikaribe xwe ji şerma sûcê mirovahiyê rizgar bike."
Taş, bang li ler kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku daxwazên gelê me, xewn û xeyalên me yên di derbarê çand, ziman û nasnameya me de pêk werin û em bi hukumetê gav bidin avêtin divê çalakî û mîtingên me xurt, girseyî û bi hişmet bin. Bi van hest û ramanan em hemû gelê xwe ji heft salî heta heftê salî bi rihê serhildan û seferberiya azadiya zimanê Kurdî,roja 1 ê Îlonê li Qada Stasyonê vedixwînin mitînga 'Roja Aştiyê ya Cîhanê'."