KURDÎ-DER'ê pakêta 'demokratîkbûyînê' ya AKP'ê şermezar kir
KURDÎ-DER'ê pakêta 'demokratîkbûyînê' ya AKP'ê şermezar kir
KURDÎ-DER'ê pakêta 'demokratîkbûyînê' ya AKP'ê şermezar kir
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê bi daxuyaniyekê "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya AKP'ê şermezar kir. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn diyar kir ku ji roja Komar hatiye avakirin û heta niha mafê kurdan tê binpêkirin û hînê binpêkirin berdewam dike.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê têkildarî "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya hikûmeta AKP'ê ku Serokwezîr Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera kir, li ber avahiya navendê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên KURDÎ-DER, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, nûnerên TUMBELSEN, SES'ê, BDP, Rojnameya Azadiya Welat û gelek sazî û dezgeh amade bûn. Li ser navê KURDÎ-DER'ê Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn daxuyanî bi kurmancî û kirmanckî xwend. Gultekîn, diyar kir ku Ji destpêka damezirandina komarê û vir ve, li vî welatî pirsgirêka binpêkirina maf û azadiyan û pêkneanîna rê û rêbazên demokrasiyê heye û wiha got: "Rayedarên dewletê, li şûna ku van pirsgirêkan çareser bikin û hemû gel û neteweyên vî welatî bi çand, ziman û baweriyên xwe di nav aştî, aramî û wekheviyê de bijîn û pêvajoyeke demokratîk pêş bikeve,bi awayekî berevajî bi siyaseta pişaftinê gel û neteweyên cuda yên vî welatî tune hesibandin û înkar kirin."
Gultekîn da zanîn ku di têkoşîna 35 salan de hat dîtin ku bi siyaseta înkarê pirsgirêk nayên çareserkirin û ji bilî rêbazên demokrasiyê rêyeke din nîn e û wiha got: "Di Newroza 2013'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji raya giştî ya kurd, tirk û hemû cîhanê re manîfestoyeke çareseriyê hat aşkerakirin. Li hemberî vê, dewlet û hikumeta AKP ê ku bi polîtîkayên xwe yên alîgir û netewperest di Rojhilata Navîn de ketibûn tengasiyê, neçar man ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinan bidin destpêkirin. Lê piştî hevdîtanan hikûmeta AKP'ê ti gav neavêt û pakêta ku di 30'ê meha Îlonê de ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat aşkerakirin, vala derket û di serî de yên gelê kurd, hevî û bendewariyên hemû civakê şikandin."
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar ki ku KURDÎ-DER ji sala 2000'an û heta niha ji bo ku zimanê kurdî û hemî ziman bigihîjin azadiya xwe di nava çalekiyê de ye. Bîrtane anî ziman ku ew wekî partî û saziyên kurd ji bo zimanê kurdî li her qadî gelek xebatan dikin û kursên zimanê kurdî vedikin û wiha bi dawî kir: "Tiştên ku di pakêtê de ji bo zimanê kurdî hat vegotin, ji xwe em hemûyan dikin. Em tenê azadiya zimanê xwe dixwazin û naxwazin zimanê me di dibistanên taybet de hepis bibe. Armanca Erdogan û hikûmeta wî ew e ku ji bo di hilbijartinê de dengê xwe zêdeke û gelan bixapîne serî li rêbazek bi vî rengî da ye. Her wiha ji bo di raporên Ewropayê de yên der barê Tirkiyeyê de xwe demokrat nîşan bidin bi van xapandinan nêz dibin."