Kurdistaniyên Bakur wê 160 km xeta sînor bigirin

Kurdistaniyên Bakur wê 160 km xeta sînor bigirin

Li ser nûçeyên dewleta Tirk di sînor re çeteyan derbas dike Kurdistaniyên Bakur biryara mezinkirina çalakiya nobetê dan. Li ser biryarê wê li 160 km xeta sînor nobet bê girtin, bi hezaran kes li eraziya li xeta sînor belav bûn.

Çalakiya ‘sînor’ a bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li Pîrsûsê hat destpêkirin di roja 5. de dewam dike.

Girseya li gel êrîşên leşkerên Tirk herêmê terk nakin konê berxwedanê  yê li gundê Etmanîk birin gundê Dewşanê.

Piştî nûçeyên ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ di sînor re bi tren, otobus û wesayîtan derbasî Rojava dike di çapemeniyê de derketin, qada çalakiya nobetê jî mezin dibe.

Çalakiya nobetê ya 5 roj in tenê li cihekî didome ji vir şûn ve wê li tevahiyê xeta sînorê Riha-Kobanê ya 160 km de berdewam bike.

Li ser biryara Înîsiyatîfa gelê Kurdistanê ya îro bi hezaran kes li eraziya li ser xeta sînor belav bûn.

DBP’ê jî diyar kiribû wê sibe bi hemû rêxistinên xwe yên navçe û bajaran biçin ser sînor. Tê payîn ji sibe û şûn ve girseya ku bajarên cuda bên wê li nuqteyên cuda dest bi girtina çalakiya nobetê bikin.