Kurdistaniyên li Elmanya dawiya hefteyê ji bo Rojava dadikevin qadan
Kurdistaniyên li Elmanya dawiya hefteyê ji bo Rojava dadikevin qadan
Kurdistaniyên li Elmanya dawiya hefteyê ji bo Rojava dadikevin qadan
Bi armanca piştgiriya gelê Rojava û bal kişandina ser êrîşên li ser Kurdan, Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê, wê dawiya vê hefteyê çalakiyan lidar bixin. Roja Înê li Berlînê, roja Şemiyê jî wê li Hambûrg, Hannover û Bremenê meş û mîtîng pêk werin
Federasyona Komeleyên Kurdên li Elmanya (YEK-KOM) , bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava û ji bo şermezarkirina êrîşên komên çete yên li ser kurdan, li gelek bajaran xwepêşandanan lidar dixe. YEK-KOM'ê diyar kir ku, destketî û berxwedana Kurdên Rojava bi ambargo û êrîşan nayê astengkirin û ji bo xwepêşandanan ev bangawazî kir:
“Gelê Rojava ji bo weke hemû gelan wekhev û azad bijî têdikoşe û sîstema xwe ava dike. Xwedîderketina li şoreşa Rojava, xwedîderketina li mirovahî, wekhevî, demokrasiyê, xwişk û biratî, yekitî û nasnameya Kurdan e. Xwepêşandanên ku emê dawiya vê heftiyê lidar bixin, em hemû kurd û dostan ji bo beşdariyê vedixwînin.”
Bernameya meş û xwepêşandanan wiha ye:
BERLÎN: 27’ê Îlonê roja Înê li pêş nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî wê meş bê li darxistin. Meşa ku li navnîşana “WallstraBe 9-13, 10179 Berlin, U-Bhf: Spittelmarkt” bê li darxistin, dê saet di 14.00 de destpê bike.
HAMBÛRG: 28’ê Îlonê roja Şemiyê meş wê binavê “Rojava ne bi tenê ye” bê li darxistin. Meşa ku kurdên li Kîel dijîn jî tev li bibin wê saet di 14.30’ê li “Reesendammbrucke” destpê bike.
BREMEN: 28’ê Îlonê roja Şemiyê wê li pêş parlementoya herêmê meş bê li darxistin. Meş wê saet di 14.00’an de destpê bike.
HANNOVER: 28’ê Îlonê roja Şemiyê li pêş Hauptbahnholf (stasyona navendî ya trenê) meş bê li darxistin. Kurdên ku li Salzgitter, Peine û Hildesheimê dijîn wê tev li meşa ku saet di 14.00 bê li darxistin bibin.