Kurdistaniyên li Ewropayê wê di festîvalê piştevaniya Rojava bikin
Kurdistaniyên li Ewropayê wê di festîvalê piştevaniya Rojava bikin
Kurdistaniyên li Ewropayê wê di festîvalê piştevaniya Rojava bikin
Ji bo 21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî tenê çend roj man. Kurdistaniyên ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana li Rojava û têkbirina ambargoyê kampanyayê cuda dimeşînin, wê vê xwedîderketinê li qada festîvalê jî dewam bikin.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku her sal bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, îsal li bajarê Elmanya Dortmûndê pêk tê. Kurdistanî wê bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" di festîvala 21. de bên cem hev.
Festîvala ku wê di 21'ê Îlonê de pêk were, diyarî sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û berxwedêrên li Rojava jiyana xwe ji dest dane.
Kurdistaniyê ku bi armanca piştevaniya gelê Rojava kampanya û çalakiyên cihê lidar dixin, wê vê xwedîderketina xwe li qada festîvalê jî dewam bike. Kampanya alîkariya bi gelê Rojava re, wê di binê konê Heyva Sor a Kurdistanê ya li qada festîvalê de dewam bike.
Li standên Heyva Sor a Kurdistanê ne tenê alîkariya aborî, di heman demê de wê alîkariya dermanan jî bê komkirin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê der barê mijarê de dauxyaniyak da û got, "Di festîvala li Dortmûndê de hûn dikarin bi her awayî alîkariyê bikin; ji derman heta betanî...Bi taybetî pêwistî bi derman, kevnikê pêçandina zarokan, mama û dermanên lezgîn heye. Em gelê xwe yê li Rojava yê di nav dorpêçiyê de ye, bi tenê nehêlin."