Kurdistaniyên li Odessa, Şervan Muslim bibîranîn
Kurdistaniyên li Odessa, Şervan Muslim bibîranîn
Kurdistaniyên li Odessa, Şervan Muslim bibîranîn
Kurdistaniyên li Odessa dijîn, bi civînekê şervanê YPG’ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi bîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Odassa dijîn, duh êvarî bi civînekê şervanê YPG’ê Şervan Muslim yê ku di 9’ê Cotmehê de di encama pevçûna bi komên çetan re jiyana xwe ji dest da hat bibîr anîn. Civîna ji aliyê Navenda Ciwanan ve hat organîzekirin, li Mala Kurdan bi beşdariya gelek nûnerên rêxistinên Kurd li bajarê Odessa û hejmareke zêde Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di civînê de berpirsê ciwanan û yê rêxistinên Kurdan ji malbata Muslim re sersaxî xwestin. Di civînê de berpirsê PYD yê bajarê Odessa Mihemed Abdî axaftinek kir û got: “Li Rojavayê Kurdistanê gelek kur û keçên Kurd bi lehengî şehîd ketin. Ger îro gelê Kurd li Rojava tiştek bi dest xistiye ev bi saya wane.”
Abdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nirxên ku hatine bidest xistin û got: “Li Rojavayê Kurdistanê neyarên gelê Kurd nahêlin ku Kurd bibin xwedî maf. Îro YPG bêyî ku tiştekî ji gel bixwaze bi fedekarî û qehremaniyek mezin gel û axa xwe diparêze. Di nav refên YPG de ji her qada civakê ciwanên me hene. Wek tê zanîn beriya çand rojan kurê Hevserokê me Salih Muslim di encama pevçûnekê de jiyana ji dest da. Di serî de em ji malabata Muslim û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Şehîdê wan şehîdê gelê Kurd e, gelê Kurd li şehîdê xwe xwedî derdikeve.”
Civîn heya derengê şevê berdewam kir. Kurdistaniyên ku beşdarî civînê bûn jî mafê axaftinê girtin û ji malbata Muslim re sersaxî xwestin.