Kurdistaniyên Tambovê pişgirî dan Rojava
Kurdistaniyên Tambovê pişgirî dan Rojava
Kurdistaniyên Tambovê pişgirî dan Rojava
Ji bo piştgiriya bi gelê Rojava û şermezarkirina êrîşên El Nûsra, li bajarê Rûsya Tambovê civînek hat lidarxistin. Di civînê de, li hemberî bêdengiya dewletên Rojavayî ya li pêşberî komkujiyan, nerazîbûn hat nîşandan.
Kurdistaniyên li bajarê Rûsyayê Tambovê djiîn, şevê din li Mala Kurdan di civîna gel de hatin cem hev. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan li civînê peyivî û bal kişand ser hovîtiya komên çete. Şemoyan got, “Neyarê gelê Kurd naxwazin Kurd bibin xwedî maf. Ji ber vê komên ku qaşo azadîxwazin û li dijî rejîmê şer dikin îro bi emelê xwe yê kirêt azadiya gelan asteng dikin û dev ji şerê rejîmê berdane, bi hêzên azadîxwaz re şer dikin.”
Di berdewama civînê de kesên ku beşdarî civînê bûn jî mafê axaftinê girtin û axaftinê xwe de pişgiriya rojava kirin. Her kesê ku axivîn pişgiriya xwe ji şoreşa Rojava re raber kir û êrîşên ser gel jî şermezar kir. Civîn heya derengê şevê berdewam kir.