Kurkçu: Emê nîşan bidin ku xweserî ji herkesî re hewce ye

Kurkçu: Emê nîşan bidin ku xweserî ji herkesî re hewce ye

Parlamenterê BDP'ê Kurkçu diyar kir ku ewê bi HDP'ê re di dema nû de hewl bidin serweriya gel şênber bikin û destnîşan kir ku ewê hem ji bo xweseriya Kurdistanê, hem jî ji bo sîstemeke nû ya dewletê ya ji rêveberiyên herêmî yên xweser pêk tê, têbikoşin. Kurkçu got, "Emê nîşan bidin ku xweserî ji herkesî re hewce ye. Niha herkes baştir dizane; eger Stenbol xweser bûya, li navenda Taksîmê çêkirina leşkergeha topavêjan, eger Mersîn xweserbûya li Akkûyû çêkirina santrala nukleerî nedihat bîra kesî. Em di xeteke rêveberiya herêmî ya di haya xweseriya herêmî de ye, biryardar in."

Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Ertûgrûl Kurkçu rojevên ku wê di 27'ê Cotmehê de di 1. Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bên nîqaşkirin û partî di dema pêş de li ser raweste, ji ANF'ê re vegot.

'ŞÊNBERBÛYÎNA SERWERIYA GEL MIJARA BINGEHÎN E'

Parlamenterê BDP'ê yê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu ragihandinku namzetên Hevserokatiyê û Meclîsa Partiyê y bi mutabakata koordînasyona HDK û HPG'ê werin diyarkirin, dê di kongreyê de pêşkêşî dengdanê werin kirin.

Kurkçu got, "Bêguman emê nîqaş bikin, lê em ne li bendê de nîqaşeke ji ber cihêtiyê rû bide. Em ne bawerin ku kongreyeke şidandî be, lê bel hin mijar hene ku wê li ser biryar werin dayîn. Meclîsa HDK dê rojek berê bicive û nîqaş dê li vê derê bi encam bibin. Di warê prosedur de dê di Kongreya HDP'ê de endamên damezrîner deng bikar bînin."

Kurkçu bal kişand ser sernavên mijarên di Kongre û HDP'ê de bên nirxandin û desnîşan kir ku ewê çarçoveya alternatîfa li hemberî rejîma yekpartî ya AKP'ê diyar bikin û wiha dewam kir: "Ev alternatîf di heman demê de wê bibe bingeha têkoşîn û nîqaşê ya hilbijartinên herêmî. Di vî warî de, xeta sêyemîn, yanî; çarçoveya serweriya gel a em timî li ser nîqaş dikin, dê bibe mijara bingehîn a şênber bibe. Mijara xweseriyê ku di nava vê de bi qasî wê girîng e, dê di rêza yekemîn de cih bigire. Hem xweseriya Kurdistanê hem jî sîstemeke nû ya dewletê ya ji rêveberiyên herêmî yên xweser pêk tê. Ev yek dê bi tena serê xwe bibe mijara nîqaşê. Divê em di kongreyê de gaveke ku bineyatiya demokrasiyê vediguherîne bernameyekê biavêjin. Ji ber ku em dikarin ji her tiştî re bêjin 'demokrasî' yan jî gelek şêweyên demokrasiyê dikarin hebin, lê belê demokrasiyeke ku xweseriya gelê Kurd qebûl nake, li gorî vê sîstema îdarî ji nû ve ava nake, sîstema siyasî sererast nake, ev nabe demokrasî. Lewma jî divê em demokrasiyê şênber bikin û weke armancekê deyne pêşberî gel."

'EMÊ DÎNAMÎKA AZADIYÊ YA LI GEZÎ VEGUHERÎNE DÎNAMÎKA AŞTIYÊ'

Kurkçu ragihand ku der barê xetimandina pêvajoya çareseriyê de HDP wê wezîfeyê bigire ser milê xwe . Kurkçu da xuyakirin ku ewê li gel têkoşîna Kurdan bimeşin û dînamîka azadiyê ya li Gezî derket holê di heman demê de veguherînin dînamîka aştiyê.

Kurkçu şoreşa li Rojava weke "yek ji parametreyên girîng ên aştiyê" nirxand û destnîşan kir ku ewê li hemberî helwesta Tirkiyê ya li dijî Sûriyê jî têbikoşin. Kurkçu diyar kir ku ew girîngiyê dide siyaseta Rojhilata Navîn a azadîperest, demokratîk û li derveyî hegemonyayê û anî ziman ku ji bo Tirkiye, DYE û hemû dewletên mezin destê xwe ji Sûriyê vekişînin û gel çarenûsa xwe diyar bikin, ewê piştgiriYê bidin şoreşa Rojava. 

Kurkçu da xuyakrin ku di dawiya sala 2013'an de Tirkiye dikare bi pêla krîza malî ya navneteweyî re rû bi rû bimîne û yek ji rojevên wan ên girîng jî dê der barê sermiyanê de be.

'DI WARÊ TÊGIHIŞTINA XWESERIYA HERÊMAN DE EM BIRYARDAR IN'

Kurkçu anî ziman ku afirandina bernameyeke rêveberiyên herêmî ji bo rojavayê Tirkiyê, yek ji wezîfeya konjonturel a sereke ya kongreyê ye û girîngiya xweserîbûnê bi van mînakan rave kir:

"Ji bo qadên herêmî ji navendan xweser bin û karibin bibin bersiv ji lêgerînên diyarkirina çarenûsa xwe, destnîşankirina polîtîkayeke bi vî rengî û erêkirina çarçoveya siyasî ya xweseriya rêveberiyên herêmî ji aliyê gel ve, dê wezîfeyên me yên siyasî hebin. Ji bo me girîng e ku Herêma Marmara ya Xweser, Stenbola Xweser, Mersîna Xweser, Çûkûrova a Xweser ji aliyê gel weke bijarteyek (alternatîfek) were dîtin. Emê ji herkesên ku dibêjin em vê bi tenê ji bo Kurdistanê dixwazin û bi vî mejî re me weke "cihêkaran" bi nav dikin, nîşan bidin ku xweserî ji bo herkesî hewce ye. Eger Stenbol xweser bûya, li navenda Taksîmê çêkirina leşkergeha topavêjan, eger Mersîn xweserbûya li Akkûyû çêkirina santrala nukleerî nedihat bîra kesî. Em di xeteke rêveberiya herêmî ya di haya xweseriya herêmî de ye, biryardar in."

Kurkçu her wiha destnîşan kir ku Elewî jî ji bo li gorî dilê xwe bijî, îbadeta xwe bike û çanda xwe bidomîne, dema rêveberiya navendî re rû bi rû man, weke navgîneke parastinê dikarin xwe li rêveberiyên herêmî bigirin û ev yek dê ji bo wan bibe derfetek.

'EMÊ TIFAQAN BIKIN LÊ...'

Kurkçu ji bo tifaqan wiha peyivî. "HDP, dê ji hemû tifaqên ji bo berjewendiyên bindest û gelan re vekirî be, lê dûrî sermiyanê be. Di kongreyê de emê biryareke bi vî rengî nedin. Di mijara tifaqa li gel CHP'ê re jî biryareke hatiye dayîn nîne. Ji ber ku CHP di rojên dawî de yekser ji aliyê serokê xwe yê giştî ve xwe vediguherîne partiyeke Tirkperest û çav berdaye piştgiriya civata MHP'ê, partiya me bi îhtiyat, bi tedbîr tevdigere. Di şertekî ku li gel CHP'ê tifaqê bike, di rewşa heyî de nîne."

DERBASBÛNA NAVA HDP'Ê DESTPÊKA PÊVAJOYA JI DU QONAXAN E

Kurkçu ragihand ku weke parlamenter ewê derbasî nava HDP'ê bibe û got, "Derbasbûna nava HDP'ê, bi nêrîna yekgirtî ya HDK'ê ku ji sosyalîstên bi têkoşîna azadiya Kurd re pêk tê, destpêka pêvajoya ji du qonaxan e. Ji ber nêzbûna hilbijartinên herêmî û bi fikara ku di demeke kurt de dê di nasandina partiya hevpar de zehmetî were kişandin, hin hevalên me hînê derbas nebûne. Em, weke gava yekemîn derbas dibin. Dê bibe destpêkek ji bo HDP weke partiya bi tenê ya beşdarî hilbijartinên 2015'an bibe. Ji Çûkûrova û Stenbolê weke 4 parlamenter em derbasî HDP'ê dibin. Niha dê beşdariyên nû çê nebin, lê belê heman piştî hilbijartinên herêmî wê ev pêvajo ji nû ve destpê bike û di navberê de, derbasbûnên nû çê bibin."

Kurkçu ragihand ku Kongreya HDP wê di 27'ê Cotmehê de li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya Enqerê pêk were û banga beşdariyê li her kesên ji gelên bindest, sosyalîst, şoreş, têkoşerên azadî û wekheviyê, ciwan û xwendekaran kir.