Kuştina ciwanên Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de didome

Kuştina ciwanên Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de didome

Ciwanê kurd Mihemed Murad Ebdilezîz ê ku leşkeriya bi darê zorê ya Sûriyeyê di tabûra 14'an ya girêdayî Mahir Elseed li Gundê Hamidiye ya Meret Elnuman a Hemayê dikir hate qetilkirin.

Malbata Mihemed Murad Ebdilezîz diyar kir ku, kurê wan ji 1'ê Cotmeda 2011'an ve bi zora rejîmê çûye leşkeriya Sûriyeyê, ji wê demê ve carek tenê bi telefonê bi malbatê re axiviye.

Mihemed Murat Ebdilezîz di sala 1992'an de li Gundê Semako ya Navçeya Mabata ya Efrînê hatiye dinê.