Kuştina leşkeran a di nav artêşa tirk de didome

Kuştina leşkeran a di nav artêşa tirk de didome

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê leşkerê bi navê Mehmet Sevgîn yê 21 salî di dema guherîna nobedariyê de,  bi hevalê xwe re nîqaş kir û bi guleya ku ji çeka hevalê wî derket  û hate kuştin.

Bûyer saet di 17.00’an de li navçeya Serêkaniyê  pêk hat. Leşkerê bi navê Mehmet Sevgîn yê li Fermandariya Yekemîn Huduta Taburê leşkerî dikir, di dema guherî nobetê ya li sînorê Sûriyeyê de bi hevalekê xwe yê leşker ku navê wî nehat hînbûn re nîqaş kir. Di encama nîqaşa ku pêk hat de ji çeka leşkerê ku hêrs bûne gule derket û li Sevgîn ket.

XETERÎ VÊ CARÊ LI VÎ ALIYÊ SÎNOR E

Di bûyera ku qewimî de Mehmet Sevgîn mir û kesê ku bû sedema mirina wî jî hate binçavkirin.  Cenazeyên leşkerê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.

Der barê ku nîqaş çima pêk hatiye de hêj agahiyeke zelal tune. Weke ku tê zanîn berê jî bûyerên bi vî rengî pêk hatibûn. Ji çavkaniyên rayedaran der barê bûyerê de hêj tu agahî nehatiye dayîn û hate hînbûn ku der barê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.