Kuştina Şahîn Oner: Ji bo polîs lêpirsîn tune
Kuştina Şahîn Oner: Ji bo polîs lêpirsîn tune
Kuştina Şahîn Oner: Ji bo polîs lêpirsîn tune
Di Amedê di protestoyên 15’ê Sibatê de ciwanê bi navê Şahîn Oner di encama pelçiqnadina panzeran zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku bi îdiaya şeva bûyerê du kesên ji ekîba tenduristiyê yê ambulansê agahî dane çapemeniyê, ji aliyê dozgerî û wezareta tenduristiyê ve lêpirsîn hatiye vekirin.
Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê li taxa Şehîtlîkê di protestoya 15’ê Sibatê roja 10’ê sibatê de polîsan bi panzera zirxî li ciwanê 19 salî Şahîn Oner xist û Oner jiyana xwe ji dest dabû. di qeyda forma Ambulansê de tê gotin ku Oner bi birîndarî dibin Qerekola Şehîtlîkê û li vir piştî hinek dem derbas dibe li qerekolê bi telsizê anons tê kirin û ambulansa ku gazî dikinê Oner dibin nexweşdaneyê. Piştî bûyer hat fêmkirin lêpirsîn hat destpêkirin.
Bi îdiya ku ji ekîba tenduristiyê du kesên peywirdar bûn ‘agahî derxistine der’ hem dozgeriyê û hem jî wezareta tenduristiyê doz lê vekir. Di çarçoveya dozê de serî li îfadeyên du kesan dan û hate hînbûn ku der barê kuştina Oner de dest nedane tu polîsekî û der barê wan tu lêpirsîn nehatiye dest pêkirin.