KZP: Bêkes giyana hesreta azadiya gelê Kurd bû

KZP: Bêkes giyana hesreta azadiya gelê Kurd bû

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê (KZP ya KCK’ê) bi boneya wefata Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Şêrko Bêkes ji bo gelê Kurd, dost û malbata Bêkes sersaxî xwest.  

Ji ber wefata Hunermendê Kurd ê mezin Şêrko Bêkes Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê peyameke sersaxiyê weşand û destnîşan kir ku Bêkes ne tenê helbestvan di heman demê de li hember mêtînkarî, dagirkerî û bişaftina hemû rejîmên dewletên serdestiyê li ser Kurdistanê dimeşînin dengê berxwedanê bû.

Peyama Komîteya Ziman û Perwerdeyê wiha berdewam dike: “Ew rewşenbîrê dengê civaka Kurd û giyana azad bû. Helbestvan, rewşenbîr û mamosteyê mezin Şêrko Bêkes li her çar beşên Kurdistanê, giyana hesreta yekîtî û azadiya gelê Kurd bû. Ger dê behsa pêşengiya giyana welatparêzî bê kirin, di nava civaka Kurd de yek jê jî, êş,jan û bêrîkirinên ku di nava dengê giyana welatparêziya helbestên Şêrko Bêkes de, derketine holê ye” û bi van sererêzan dom dike: “Wî di tevahî jiyana xwe de ji bo gelê Kurd kar kir. Dostanî û kurdewariya xwe di nava hestên bi êş û jan de rave kir. Qîrîna di helbestên wî de derdiketin, îsyana li hember zilma serdestan bû. Di nava ziman, çand û wêjeya Kurd de mamosteyê parastin û pêşxistina civaka Kurd bû.

Di dawiya peyamê de tê gotin ku wê Şêrko Bêkes, ji bo wan her tim pêşengê pêşvebirin û parastina ziman, çand û wêjeya Kurdî be û wiha bi dawî bû: “Em careke din ji bo gelê Kurd û dostên Şêrko Bêkes sersaxiyê dixwazin.”