Lafontaine: Ez amade me bibin serokê Partiya Çepgir

Lafontaine: Ez amade me bibin serokê Partiya Çepgir

Di hilbijartinên dawî yên li Almanyayê de Partiya Çepgir dengên xwe wenda dike û li gelek eyaletan li derveyê meclîsan ma. Niha jî nîqaşên rêbertiya partiyê zêde bûn. Beriya civîna partiyê ya ku dê îro li Berlînê pêk bê, ji serokên berê Oskar Lafontaine got; “Ez amade me ku carek din bibim serok”. Çavê partiyê vegeriyaye ser kongreya di meha pûşperê de.

Partiya Çepgir di hilbijartin hefteya borî li eyaleta Schleswig-Holstein, û roja yekşemê jî li eyaleta Ren Westfalya ya Bakûr (NRW) derbeyên mezin xwar. Vê carê jî gotûbêjên ji nû ve dîzaynkirina partiyê hatin rojevê. Partiya çepgir, li van eyaleta ji sedî 12’ê dengan wergirtibû, lê vê carê ji sedî 6 wergirt.

Piştî îstîfaya Hevseroka partiyê Gesine Lötzschê, krîza di nava rêveberiya partiyê de xwe da der. Partî xwe amade dike k udi 2-3’yê pûşperê de kongreya xwe li bajarê Gottingenê li dar bixe û beriya kongreyê ji serokên berê Oskar Lafontaine, ragihand ku ew amade ye ku careke din bibe serokê partiyê.

Tê payîn ku Lafontaine di civîna îro ya rêveberiyê ku dê li Berlînê bê lidarxistin de bi awayeke fermî namzediya xwe aşkere bike. Lê di nava reqîbên wî de Dietmar Bartsch ê rojhilatî heye. Lê tê diyarkirin ku hevserokê niha Klaus Ernst bi sempatî nêzî namzediya Lafontaine dibe.