Lavrov: Dest li Sûriyeyê bê werdan, pirsgirêka Kurd derdikeve

Lavrov: Dest li Sûriyeyê bê werdan, pirsgirêka Kurd derdikeve

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ger li hemberî Sûriyeyê destwerdaneke (mudaxele) leşkerî pêk were, dê ev yek rê li ber pevçûnên etnîkî vebike û dibe li tevahiya herêmê belav bibe. Lavrov diyar kir ku dê piştî destwerdanê pirsgirêka Kurd derbixe û bi bîr xist ku Kurd li Tirkiye, Sûriye û Iraqê jî dijîn.

Wezîrê Derve yê Rûs “Ekoya Moskowê” û televîzyona Tudey Rûsyayê re axivî û bi bîr xist ku li Sûriyeyê gelek etnîkên cûda û civatên cûda yên olî hene û got; “Têkiliya van civatên olî yên li Sûriyeyê bi welatên din re hene. Ji niha ve Libnan ji geşedan û bûyerên li Sûriyeyê bandor bû. Li wir pevçûnên etnîkî û qewimî diqewimin, dibe ev belavî hemû herêmê bibe. Pirsgirêka Kurd heye, Kurd li Sûriye, Tirkiye, Iraq û welatên din jîn. Dibe pirsgirêka Xrîstiyana jî hebe, ji niha ve Xrîstiyan li Misirê li rastî tundiyê tên. Ev pir xeter e. Ev bi sedan sale li ew li wê derê dijiyan û ger ev hevsengî xira bibe, dê rê li ber bûyerên xeter vebike.”

Lavrov nerazîbûn nîşanî bûyera keştiya helîkopterên şer a Rûs a ku helîkopteran dibir Sûriyeyê, ji ber zextên Îgnilîstanê neçar ma û vegeriya, da û diyar kir ku Rûsya guh nade embargoya ku DYA li Sûriyeyê pêk tîne. Lavrov diyar kir ku di keştiyê de 3 helîkopterên ku hatibûn tehmîrkirin hebûn.

Lavrov, diyar kir ku nerazîbûnên li hemberî keştiya Rûs parçeyek ji kampanyayeke diyar e û wiha domand; “Em keştiya şer naşînin Sûriyeyê. Em li ber çavê raya giştî, li gorî peymanên me yên firotina çekan ên bi Sûriyeyê tevdigerin. Ev çekane hemû yên parastinê ne û ji bo sîstema parastina hewayî ne. Evane li hemberî gel nayên karanîn. Tenê dikarin li dijî êrîşên derve bi kar bînin. Li gorî peymana 2008 sê helîkopterên wan ên dihatin temîrkirin hene. Evane helîkopterên Sovyetê ne. Di dema Sovyetê de dane Sûriyeyê. Di sala 2008 de ji bo temîrkirina van helîkopteran peyman hat morkirin.”

Lavrov der barê guhertina rêveberiyê de jî wiha axivî; “Dê gelê Sûriyeyê bi xwe biryar bide ka dê kî wan bi rê ve bibe û dê çawa bijîn.”

Ji adara 2011 ve bûyer û pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dikin. Li gorî çapemeniya rojava heta niha 15 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Heta niha Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) nekariya piştgiriya hêzên navnaxweyî yên Sûriyeyê bigirin.

Ji destpêka vî şerî ve yên ku herî zêde ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine jibîrkirin Kurd in. Li hemberî vê jî Kurd bi her awayî rêxistina xwe xurt dikin û li ser esasê avakirina Xweseriya Demokratîk dibistanên Kurdî vedikin, meclîs, komunên xwe ava dikin. Her wiha Kurdan ji bo parastinê jî hêzên parastina cewherî ava kirine. Her çendî hêzên rojavayî ji nedîtî ve bên jî, lê wer dixuyê ku dahatûya Sûriyeyê di destê Kurdan de ye.

Alîkarê Serokê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Veguhertina Demokratîk û Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û der barê mijara Seyda de got; “Kêm zêde em wî nas dikin. Ew bi xwe akademîsyenek e, lê belê tu carî bi pirsgirêka Kurd re eleqeder nebûye.” Mislim diyar kir ku lê di malbata wî de hin kesên bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibin hene û got ku hêzên Rojavayî ji bo hin hesabên xwe Seyda derdixin pêş.