Lavrov: Patriotên li Tirkiyeyê li dijî Îranê ne

Lavrov: Patriotên li Tirkiyeyê li dijî Îranê ne

Wezîrê Derve yÊ Rûsyayê Sergey Lavrov got ku sîstema fuzeyên Patriot ku dê NATO di hefteyên pêş de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi cih bike, li dijî Îranê ne.

Sergey Lavrov derbarê mijarê de ji televîzyona Rûs Rusya Today re axivî û derbarê Patriotan de got: “Bi ya pisporan ger ev fuze li dijî Sûriyeyê bûna, dê bi awayeke din bihata bicihkirin” û diyar kir ku ev fuze li dijî Îranê ne. Lavrov destnîşan kir ku ger rewş wiha be, wê demê rîsk û xeteriyên din bi xwe re tîne.

NATO’yê roja 22’yê berfanbarê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku ew ê di tefteyên pêş de fuzeyên patriot li Tirkiyeyê bi cih bikin û got: “Ev fuze bi temamî ji armancên parastinê ne.” Almanya û DYA dê li Bakûrê Kurdistanê, Holanda jî dê li Tirkiyeyê bi cih bike.

Bi vî awayî dê her yek ji endamên NATO’yê DYA, Almanya û Holanda du batarya û derdora 400 leşkeran bişînin Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku dê Almanya bataryayê fuzeyan li Mereşê, Holanda dê li Edene û DYA jî dê li Dîlokê bi cih bike.

Her çendî ji bo bicihkirina Sûriye weke hincet bê nîşandan, lê gelek derdor dibêjin ew ji bo Îranê tê bicihkirin. Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re diyar kir ku ji sala 1992’yê ve li Sûriyeyê çekên kîmyewî hene. Muslim da zanîn ku berê fuzeyên Scud ên xwedî serikên kîmyewî ne dane Îsraîlê, ji ber wê jî “mudaxeleya derve çênabe” û diyar kir ku bicihkirin a Patriotan li Tirkiyeyê amadekariya şerek din e.

Wezîrê Parastinê yê Îranê derbarê sîstema fuzeyên Patriot a ku dê li Tirkiyeyê bê bicihkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek ewlekariya Tirkiyeyê dixe xeteriyê.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îsnayê, Wezîrê Parastinê Ehmed Wehîdî got: “Bicihkirina fuzeyên Patriot tu rol ji bo ewlekariya Tirkiyeyê nagire.”

NATO’yê beriya niha qebûl kiribû ku sê welatên endamên DYA, Almanya û Holanda li Tirkiyeyê bataryayên Patriot bi cih bikin. Lê tê diyarkirin ku ev sîstema fuzeyan a ji aliyê NATO’yê ve tê bicihkirin ne ji bo Sûriyeyê ye. Gelek derdor dibêjin ku ji bo Îranê ye.

Wahidî diyar kir ku Rojava tenê li pey berjewendiyên xwe ye û got: “Em bibandorkirina hebûna hêza welatên Rojava li herêmê erê nakin.” Wezîrê Parastinê îdîayên ku dibêjin Îran destekê dide hêzên rejîma Sûriyeyê jî derewand.

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê jî bicihkirina fuzeyên Patriot li Tirkiyeyê weke amadekariya şerekî nû yê cîhanê bi nav kiribû.