Nûnerên Taybet yê Komkara Ereban û Netewên Yekbûyî (NY) Laxdar Brahîmî piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Sûriyeyê Beşar El Esad re kir, daxwaz kir ku aliyên pevçûnê ji bo dawî li vê rewşa bi fikar bînin bigihêjin peymanekê.
Di meha îlonê de piştî îstîfakirina Kofî Annan Laxddar Brahîmî derbasî cihê wî bû. Brahîmî piştî hevdîtina xwe ya bi Esad re li Şamê li Otela ku dima daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo pêşerojê di gelek mijaran de danûstandin kirine.
Dîplomatê Cezayîrî Brahîmî da zanîn ku li Sûriyeyê krîz hêj didome û fikaran zêde dike. Brahîmî destnîşan kir ku hêviya wan heye ku aliyên ku şer dikin ji bo çareseriyê pêngavan biavêjin. Brahîmî wiha got: “Birêz Esad der barê mijarê de nêrîna xwe îfade kir. Min jî encama hevdîtinên xwe yên bi rêveberên herêmê û derve kir ji we re parve kir.”
Brahîmî diyar kir ku ji bo çareseriya krîzê roja yekşemê çûye Sûriyeyê û diyar ki ku beriya wê jî bi nûnerên Rûs û Amerîkayê re hevdîtin kiriye. Serdana Brahîmî ya dawiyê ya Sûriyeyê di meha cotmehê de pêk hat. Brahîmî di hevdîtinên xwe de ji bo agirbesta di cejna Qurbanê de pêk were muzakera dabû destpêkirin, lê agirbest tenê çend saetan berdewam kiribû.