Rojnameya Frensî Le Figaro diyar kir ku komên çekdar ên li Sûriyeyê ji ber reqabeta dolaran Erebîstana Siûdî û Qetar heta niha nebûne yek û aşkere kir ku li bajarê Tirkiye Edeneyê ev çek li van komên çekdar tên belavkirin û navenda wê jî “odeya operasyonê” ya li Edeneyê ye. Rojnameyê nivîsand ku piştî Birayên Misilman xwestin tevna locîstîkê kontrol bikin, vê yekê Siûdiyan hêrs kir.
Rojnameya Frensî Le Figaro der barê cebilxaneyên ji hêzên çekdar ên li Sûriyeyê li hemberî rêveberiya Şamê şer dikin de nivîsek nivîsand.
SÛRIYE DIBE TALÎBANÎ
Muxalîfê “çalak” ê bi navê Îsam dibêje; “Sûriye ji ber zextên Îslamiyên radîkal dibe Talîbanî û tu kesek titşek nabêje.” Isam da diyarkirin ku ev çend hefte ne pere en jî çek dane komên çekdar ên girêdayî wî.
Îsam da zanîn ku di meha Îlonê de, di odeya operasyonê ya di pêşengiya Tirkan de, li Edeneyê di navbera Siûdî û Qetariyan de pevçûnek qewimî.
Le Figaro diyar kirku ji wê rojê û şûnde, her welatek bi tenê serhildêrên xwe hîmaye dike û alîkarî nadin partîzanên li herêmê. Rojnameyê diyar kir ku Qetar BirayênMisilman û Siûdî jî Selefiyan destek dikin.
GELO DIXWAZIN SÛRIYEYÊ BIKIN EFXANÎSTANA NÛ?
Îsam diyar kir ku weke wî û zilamên wî, gelek mirovên ku weke wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine, li holê bi tenê mane û dibêje; “Destûr didin vê yekê. Gelo Tirk, Amerîkayî û Frensî dixwazin Sûriyeyê bikin Efxanîstanek nû?”
Le Figaro diyar kir ku ev “odeya operasyonê” di biharê de ketiye meriyetê, bi çavdêriya Tirkan çekên wek kaleşnîkof û roketavêj, bi navbeynkariya Siûdî, Libnanî û Qetariyan tên teslîmkirin.
Rojnameyê ragihand ku li Edeneyê Tirk û Qeterî piştgirî didin Birayên Misilman û dixwazin hêzên weke xwe yên Îslamî bi hêz bikin, bi locîstîkê kontrol bikin. Ev yek jî Siûdiyan hêrs dike.
Ebû Hemzeyê ji rojavayê Sûriyeyê tê jî vê yekê piştrast dike: “ Beriya demekê ji bo muzakerekirina desteka aborî ya Birayên Misilman, ez çûm Stenbolê, lê hewldanên me bê encam man. Gava pere didin, dixwazin Birayên Misilman operaysonan kontrol bikin.”