Rojnameya Frensî ya xwedî tîrajeke bilind Le Monde meşa ber bi azadiyê ve ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin bi sernûçeya “Kurdên PKK’ê li hemberî rejîma Esad ketin tevgerê” nûçeyek belav kir û pirsa; “Gelo di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de embriyona dewleta Kurdan tê çêkirin?” pirsî.
Her çendî Kurdan, di 19’ê tîrmehê de rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin, lê çapemeniya Rojava dîsa li hemberî têkoşîna Kurdan bê deng e. Lê rojnameya Frensî Le Monde ku yek ji rojnameyên girîng ên welatên Rojava ye, têkoşîna Kurdan anî rojevê.
Nûçegihanê rojnameyê yê Stenbolê Guillaume Perrier di nûçeya xwe de pirsa “Gelo di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de embriyona dewleta Kurdan tê çêkirin?” pirsî û destnîşan kir ku vê pirsgirêkê di van rojên dawiyê de Tirkiyeyê xistiye nava tirs û gumanan.
KURDAN RÊVEBERIYÊN GELEK BAJARAN BI DEST XISTIN
Rojnameyê wiha nivîsand; “Milîsên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji lewazbûna rejîma Esad sûd wergirtin û li bakûrê Sûriyeyê di 19’ê tîrmehê roja pênçşemê de rêveberiya gelek bajaran bi dest xistin. Piştî vekişîna hêzên artêşê yên girêdayî Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar el Esad, bê ku tenê gulleyek jî biteqînin, alên Kurdan, amblemên tevgera gerîlayên Marksîst-Lenînîst a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin li ser banê avahiyên dewletê yên bajarê Ayn al Arab a ku navê wê yê Kurdî Kobanî ye û girêdayî eyaleta Helebê ye, hildan.”
Rojnameyê ragihand ku ev tevgera Kurdan li hemû herêmê belav bûye, Kurd ji Efrîna li bakûrê Helebê, heta Dêrika li ser sînorê Iraqê, heta Amûdê û Dirbesiyê, “azadkirina Rojavayê Kurdistanê” pîroz dikin û porterên malbata Esad hildiweşînin.
KURD LI BENDA AZADIYA QAMIŞLOYÊ NE
Le Monde balê dikişîne ku li hemberî vê yekê rêveberiya Şamê heta niha Qamişloyê di bin kontrola xwe de digire û dibêje ku roja şemiyê, piştî xwepêşandanekê “Komînteyên Parastina gelê Kurd” bi hêzên rejîma Esad re şer kirine û kesek têde birîndar bûye.
Yek ji endamên PYD’ê Şêrzad Yezidî dibêje ; “Hemû Kurd li benda mezintirîn bajarê Kurdan ê li Sûriyeyê Qamişloya ku weke paytexta rêveberî û siyasî ya Kurdan tê zanîn in. Em encex wê demê dikarin baya azadiyê ya li Kurdistanê hîs bikin.”
LI QAMŞLOYÊ ULTÎMATOM DAN ARTÊŞÊ
Yezîdî dibêje; “Lê dibe di nava çend rojan de pêk bê. Yekîneyên Parastina Gel ferman da ku heta roja înê hemû hêzên Sûriyeyê ji herêmê derbikevin An ne dê bi darê zorê bêne derxistin.
Rojname dinivîse; “Kurdan navber dixe navbera xwe û serhildêrên muxalîf ên ku nêzîkî Tirkiyeyê û welatên Kendavê ne” û îdîa dike ku rejîma Beşar el Esad dixwaze vê kartê li hemberî cîranê xwe dewleta Tirk bi kar bîne.
Perrier, diyar dike ku di vê çarçoveyê de ji bo dayîna nasnameya 300 hezar Kurdên ku 40 sal in bê nasanme ne, tedbîr hatine girtin, rêberê PYD’ê Salih Mislim ji sirgunê vegeriya, di sala 18 mehan de nêzî 600 endamên PYD’ê serbest hatin berdan û îdîa dike ku bi hezaran milîtanên PKK’ê derbasî Sûriyeyê bûne.
200 KONTROLÊN RÊ HATIN DANÎN
Rojname diyar dike ku ji bo Artêşa Azad a Sûriyeyê, PKK û hêzên nêzîkê wê, li herêmê asteng in û radigihîne ku Artêşa Azad a Sûriyeyê hewl daye ku bikeve “keleha siyasî ya PYD’ê” lê careke din paş ve hatiye vegerandin û destnîşan dike ku ev senaryo li Kobaniyê jî pêk hat. Endameke PYD’ê dibêje; “Hêzên Kurdan bi xwe hene. Pêwîstiya Kurdan ne bi şervanên Ereb, ne jî bi yên ji derve tên heye.”
Rojnameya Frensî diyar dike ku şervanên Kurdan “li Bakûr û rojhilatê Helebê” zêdetirê 200 bendên kontrolê danîne û hema bêje derdora bajarê mezin Helebê kilîd kirine. Rojname ev îdîa dike; “Li ser sînorên Tirkiyeyê gelek bendên kontrolê hatin bidestxistin, ev yek jî dihêle çekên ji derve tên bi awayeke hêdî ji serhildêran re biçe.”
Rojname balê dikişîne ser Peymana Hewlêrê ya di navbera hêzên Kurdan de û diyar dike ku ev guhertina helwestê ya Kurdan li rastî vê peymanê hatiye û bi bîr dixe ku bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera Meclîsa Gel a ku PYD jî di nav de ye û Encumena Niştîmanî ya Kurdan de pyemanek hatiye îmzekirin.