Le Monde: Xeyala Tirkiyeyê ya pergala devera nû ji holê rabû

Le Monde: Xeyala Tirkiyeyê ya pergala devera nû ji holê rabû

Rojnameya Frensî Le Mondeyê cih da nivîseke berfireh ku polîtîkaya derve yên Tirkiyeyê û têkiliyên wê yên bi cîranên wê re analîz dike. Di analîza bi navê, ‘’xeyala pergala nû ya deverî ji holê rabû’’ ya bi îmzeya Guîllaume Perrîer hatî nivîsîn de hate diyarkirin ku polîtîkaya derve yên Tirkiyeyê têk çûye û îro di hemû sînoran de bi cîranên xwe re pirsgirêkan dijî.

Analîza Perrîer wiha ye: ‘’Di 2010an wihsa xuya dibû ku ti tiştekî nikarîbû Ahmet Davutoglu bisekinîne. Di biniya bandora vî endamê hîndekar ê zanîngehê de ku ji hêla Recep Tayyîp Erdogan ve terfîyî Wezarata Derveyîn bûbû, ‘’dîplomasiya 360 radeyî’’ ya Tirkiyeyê ji serkeftina ber bi serkeftinan ve diçû. Kovara Amerîkayî Foreign Policy, wan deman profesorê dîplomat wekî, ‘’mêjiyê li pişt vegera Tirkiyeyê ya ber bi qada global ve’’ dida nasandin. Sala wî ya pêşî ya li Manîvelayê dîplomasiyeke xwedî bi azwerî nîşan dabû, di dawiya salên 1990î de bi nivîsandina peymana teorîk a bi navê ‘’Kûrahiya Stratejîk’’, yan jî bi derbirîneke din, ji bo ku ji bo tirkan rehetiya ewlekarî û ekonomîk raber bike, ji bo ku qadeke deverî ku aşitî lê pêk hatî wê çawa were avakirin, di mehekê de carinan 25 serîlêdanên fermî pêk dianî.

Ev stratejî bi formîleke ku bûbû slogana rêzdar Davutoglu hate quteberkirin: ‘’Bi cîran re sifir pirsgirêk.’’

Piştî bi du salan hate dîtin ku ev helkeft ne serkeftî ye. Bi taybetî jî ‘’Bihara Ereb’’ ji vir bihurî.

Hêla bihêz ya vê dîplomasiya cîrantiya baş nêzîkbûna li Sûriyeya Başar El Esad bû. Beriya ku şoreşa Adarê ya di 2011’an dest pê bike, rêzdar Davutoglu ji 50 carî zêdetir çû Şamê mîsyonê, her du welatan di dawiya 2009an de yek jê li Helebê du caran Konseya Wezîran a hevpar civandin û ji bo hemwelatiyên xwe vîze rakirin. Hê di meha pêşî ya di 2010ê de, Recep Tayyîp Erdogan, li gel hevmewkiyê xwe li xeta Çemê Asî Beraja Aşîtiyê vedikirin. Ev taktîka nêzîkîhevbûnê negihişt armanca xwe. Wezîrê Derve ji ên din bêhtir nekarî ku çewisandinan rawestîne. Sînorên Tirkiyeyê yên herî dirêj ên bi Sûriyê re wekî salên 1990î bûne leşkerî. Heya niha bi qebûlkirina 45 hezar penaberên Suriyeyê rageşî zêdetir bû.

Li her sînorê bi cîranekî re xwedî pirsgirêk in. Bi Ermenîstanê re sînor hê girtî ne û diyaloga ku di 2009an de dest pê kirî têk çûn. Bi angaşta avakirina pirekê ya ber bi YE’yê ve, dostaniya ku di navbera wan û Yewnanê de pêk hat, bi hilweşîna ekonomîk a cîranê wan ê Helen têk çû. Pirsgirêka Qibrisê hê jî jehrê dixe têkiliyên dualî. Komara Qibrisê seroktiya demdemî ya YE’yê dike û Girav ji bo ku parçeyekê wê ji hêla Tirkiyeyê ve dagirkirî ye bi awayekî dabeşbûyî ye. Hemû hewldanên muzakereyan neserkeftî bûn. Ev dosya bi salan e ku giraniya xwe li ser muzakereyên endamtiyê ya YE’yê datîne. Tirkiye hê jî ji aliyê xwe ve armanca xwe ya endamtiya ‘’tam’’ didomîne, ji bo vê jî, bi armanca ku pêvajo dîsa were destpêkirin bi serlêdena Fransayê ya ku ji hêla rêzdar Davutoglu ve di Temûzê de pêk hatibû, tê hêvîkirin ku têkilî dîsa baş bibin.

Veqetînên girîng ên nêrînan di navbera wê û Iraqê de çêbûn. Di serê Tebaxê de, Davûtoglû bi daxwaza Kurdê li bakûrê Iraqê, bê ku hukûmeta Bexdayê hişyar bike çû Kerkukê û ev yek li rastî hukûmeta Nûr Maliklî ya di bin kontrola partiyên Şiî de hat. Jixwe rêberê Sunî Tariq El Haşimî yê ku ji aliyê edaleta Iraqê ve weke hevkarê cinayetan hatibû binavkirin û li Stenbolê bi cih bû, û Tirkiyeyê ew parast, vê yekê jî rê li ber lihevnekirinê vekiribû. Dîsa, di mijara lihevnekirina petrolê ya ku rêveberiya Bexdayê aniye dijberê hev, aliyê malbata Barzanî (Mesûd Barzanî şefê hukûmeta herêma otonom a Kurdên Iraqê ye) girt. Di meha Tîrmehê de Kurdistanê yekser petrol ji Tirkiyeyê re şand û ev yek jî li rastî hêrsa Bexdayê hat.

Têkiliyên bi Îranê re jî, her çendî Davûtoglû hewlda ku ji bo bernameya nukleerê ya îranê navbeykarî jî bike, lê tu carî ji bêpêbaweriyê rizgar nebû. Şoreşên di cîhana Ereban de rageşiya di navbera Şiî û Suniyan de dijwartir kir.

Her ku diçe Tehrana ku pêşengiya Şiîyan dike û Enqereya hêza Sunî ya ku her ku diçe nêzîktirê monarşiyên Kendavê dibe, dibin xwediyên berjewendiyên cûdatir.

Xeyala Enqereyê ya rola pira di navbera Rojava û Rojhilat de êdî şkest. Davûtoglû, di sala 2008 de xwestibû bi Îsraîl û Sûriyeyê re li ser heman maseyê rûne û xwestibû bi her du aliyan re jî têkiliyên baş deyne. Ev hewldan ne tenê bin ket, têkiliyên Enqereyê yên bi her du welatan re jî xera bûn.

Nivîskarê rojnameya Zamanê Cumalî Onal dibêje; “Îro tu şopên Tirkiyeya ku li aliyekê bi Yekitiya Ewropa, Îsraîl û Îranê re hedefên xwe yên nû berdewam dikir, li aliyek din bi Sûriye, Rûsya û DYA’yê re projeyên demdirêj pêş dixist, namene. Tirkiye vegeriya polîtîkayên derve yên beriya partiya Îslamî ya muhafezekar AKP di sala 2002 de bê ser desthilatiyê. Îro di pratîkê de tu welarên sînor ên ku pirsgirêkên Tirkiyeyê pêre neyî nemane.” Onal berê polîtîkayên Davûtoglû diparast û niha dibêje; “Ne Îsraîl û ne jî komên din ên Filîstînî behsa Tirkiyeyê nakin. Em îro dibînin ku hewldanên Tirkan çiqas bê berhem man.”

Gelo Enqereyê bandora xwe ya navdar a li ser şoreşên Bihara Ereban wenda kir? Onal ev nirxandin dike; “Her çar welatên ku dîkdatorî rûxandin (Misir, Lîbya, Tunis û Yemen), li rexmê hemû polîtîka û hewldanan êdî Tirkiyeyê weke model nabînin. Cihê yekem ê serdana Serokê Misirê Muhemed Mursî Erebîstana Siûdî ye.”

Gelek çardêr diyar dikin ku Tirkiyeyê nekariye sererastkirinek herêmî saz bike û vegeriya sîstema xwe ya berê, polîtîkayên Washingtonê cihê xwe girt; Tirkiyeya ku ji 1953’yê ve endama NATO’yê ye êdî destûra ku mertalê fûzeyan ê ku berê wê li Îranê ye jî li ser xaka wê bê bicihkirin. Bi vî awayî, Tirkiyeyê hêza xwe ya navbeynkariyê jî wenda kir.”