Lehengê çalakiya Kastamonu

Lehengê çalakiya Kastamonu

“Hevalê me Seyîd Riza, li hember êrîşên faşîzane yên polîsan ên li dijî gelê me ji bo bên rawestandin û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bên deşîfrekirin, di tîma çalakiyê ya Kastamonuyê de cih girtibû. Bi qasî mehekê  tevî ku bi operasyonên berfireh ên artêşa Tirk re rûbirû ma jî qad terk nekir, nûnertiya berxwedan û biryardariya gerîlayê Kurdistan kir û ber bi rêwîtiya bêmiriniyê ve ket rê. Rêheval Seyîd Riza wek “Lehengê çalakiya Kastamonu” derbasî dîrokê bû.  

Rêheval Seyîd Riza ku di xeta Apoyî de kûr bû, bi felsefeya ku têde pêş ket, bûye xeta gerîllatiya 2011’an a HPG’ê. Seyîd Riza yê garantiya serketinê, bûye navê tolhildanê.”  Navenda Çapemenî û ragihandinê ya HPG’ê d 3’ê Hezîrana 2011’an de bi vê daxuyaniyê şehadeta gerîlla Seyîd Riza radigihand. 

Di  hembêza rojê de bi pêkanîn û cihbicihkirina xeyalên zarokan re mijûl bûn, şervan û egîdên xaka Kurdistan. Dilnizm û heta tu bêjî bi coş bûn di nav deryaya ku li peravên wê tovên azadiyê êdî şitil dabûn. Pêlên wê deryayê ku di nav tewazuneke ev qasî dilrehm de tevdigeriyan, teyr di nav pêşbaziyekê de bûn bi stêrkên aşiq û evîndarên wê deryayê.
Seyîd Riza bû yek ji wan egîd û lehengan ku di cih û zemanekî wer de çavên xwe li dinyayê vekiribû, şad û bi qasî wê bi coş bû. Xwedî kerameteke layiqî doz û têkoşîna Tevgera Apoyî bû ku tevayî pîrozweriyên cîhanê li derdor kom bibûn û lewma tevî hemû êrîş  û zextên zaliman pêşve diçû û di her rawestgeheke mirovatiyê de diyariyên jiyana azad belav dikir li însaniyetê.

Ji niha û şûn ve jî em cih bidin vegotina hevrê û hevalê gerîla Seyîd Riza ku herî xweş û watedar ew dikarin behsa têkoşer û şervanan bikin:    

“Seyîd Riza Dêrsim, di sala 1988’an de li navçeya Dêrsimê Mazgêrtê wek kurekî malbateke memûr çavên xwe li dinyayê vekiriye. Ji ber bavê wî mamoste ye, li herêmên cuda jiyana xwe borandiye û dema diçe pola duyemîn a lîseyê têkoşîna Kurd dinase û jê bandor dibe. Di encama vê de li Stenbolê tevlî hin xebat û aktîvîteyan dibe. Di xebat û têkoşîna bi rûmet a gelê xwe de tu car paşde nemaye û her dem di kar û xebatan de li herî pêş erk û wezîfeyên xwe bi cih aniye. 

Seyîd Riza Dêrsim bi coş û xwesteka ciwaniya xwe di encama lêkolîn û lêpirsînên kirî de bi hişmendî û zanebûn biryara xwe dide ku ber bi lûtkeyên çiyayan, di rêya gelek xizmên xwe de bimeşe û di sala 2004’an de ji bo azadiyê dikeve rê. 

‘JI BO HÊVIYÊN ŞOREŞÊ YÊN GELAN ZINDÎ BIHÊLE...’

Seyîd Riza ji roja destpêkê ya tevlî dibe heta şehadetê her dem ji bo bigihêje rastiyan, bi pirsan û bi bersivdayina wan pêşketinê esas digire. Kesekî wiha ye ku bi pirsan digihêje rastiyan, lêkolînerî û lêpirsîneriya wî bala hevalê ligel jî dikişîne. Di şert û mercên herî dijwar ê têkoşînê de kêliyekê jî xwe ji pêşxistina teorîk û îdeolojîk dûr nedixist. Seyid Riza, dixwend, pirs dikir û bi pirsên xwe lêkolîn jî dikir, di demeke kurt de pêşketina paradîgmayî ya PKK’ê  ya nû fêm dike û her ku fêm dike, li gor pratîkên gerîlla li ser xîmên xurt pêşketina xwe berdewam dike. 

Seyîd Riza Dêrsim çawa ku biryara xwe ya derketina çiyê bi zanebûn û hişmendî daye, biryara wî ya gerîlatiyê jî pir bi zanebûn e. Destpêkê li hin herêmên cuda yên Dêrsimê xebatan dimeşîne piştre jî pêşniyara xwe ji bo xeta Koçgirî û Derya Reş a ku weke pratîka herî zehmet tê zanîn dike. Bi vî awayî nîşanî hemû kesî dide ku ji bo karê herî dijwar jî amade ye. Êdî Seyîd Riza di sala 2009’an de gerîlayekî Derya Reş e. Gelek herêmên Derya Reş derbas dike û ji bo hêviyên şoreşê yên gelan zindî bihêle bi hemû hêza dilê xwe xebata xwe berdewam dike. 

‘NÎŞAN DAN KU DIKARIN ROJEVA TIRKIYEYÊ SERÛBINÎ BIKIN’

Sala 2010’an ji bo tevgera azadiyê saleke girîng e. Salên ku salên şoreşê tên jiyan. Di van salan de jî Seyîd Riza wê cardin li herêmên herî dijwar gerîllatiyê bike û çiya bi çiya bi gavavêtinên xwe wê gerîlatiya xwe  pêş bixe. 

Sala 2011’an ji bo Tevgera Azadiya Kurd saleke fînalê ye. Erk û wezîfeyên di sala 2010’an de di nîvî de û dereng mane û pêwîst e pêk werin. Seyîd Riza cardin li herî pêş e. Bi wê yekîneya biçûk çawa Che Guevara li Bolivyayê gerîlatî kiriye, ew jî ji bo gerîlatiyê li hemû Tirkiyeyê belav bike, dikeve rêyan. Li herêmeke ku nas nakin, di nava girseyeke ku nas nakin de, di erdnigariyeke nas nakin de li hember her cure hêzên teknolojîk ên demê bi dilekî wêrek û vîneke bi qasî pola û xurt wê gerîlatiyê bikin. Di nava ew qas bêderfetiyan de li dijî hêzên mêtinger wê çalakiyan li dar bixin, hem jî bi çalakiyên xwe nîşan dan ku dikarin rojeva Tirkiyeyê serûbinî bikin. 

Di operasyonên êrîşên Artêşa TC ên ligel hemû hêzên leşkerî û şerê taybet di meriyetê de bû û bi alîkariya hemû teknolojiyên pêşketî yên emperyalîstan, bi rêhevalên xwe ve li ber xwe daye. Di encama pevçûnên dijwar de di 28’ê Gulana 2011’an de li Kastamonuyê bi lehengî şer kiriye, li ber xwe daye, serî netewandiye û hîn di 22 saliya xwe de egîd û lewendê çiyayê Dêrsimê tevlî nav karwanê şehîdên tevgera azadiyê dibe.” 

‘GERÎLLATÎ RUHEK E, TERZEK E, AVABÛNA KESAYET E’

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan ji bo gerîla Seyîd Riza dibêje, “Divê em her dem wî bi rêzdarî bi bîr bînin. Divê mirov wî weke sembola gerîlatiya dema nû bipejirîne. Divê di  dema nû de, wî weke Egîdê gerîlatiya dema şerê gel ê şoreşgerî bipejirîne. Erka wî çi dibe bila bibe, berpirsiyariya wî çi dibe bila bibe, ev ne girîng e. Di gerîlatiyê de raye tine ye. Gerîlatî ruhek e, terzek e, avabûyina kesayet e. Wî wêrekî û fedakariyek mezin ava kiriye. Bi rastî jî, ji nû ve avabûna vîn û biryarbûyinê, di parastina gerîlatiyê israr û îddîayê de erkeke pêşengtiyê ya mezin bi cih anî.”