Lêpirsîna Komkujiya Licê ji 'demborî'yê filitî

Lêpirsîna Komkujiya Licê ji 'demborî'yê filitî

Lêpirsîna komkujiya ku di 22'ê Cotmeha 1993'an de li Licê ji aliyê leşkeran ve hat kirin, îro sala 20. dagirt. Dozgerê ku dosyayê dişopîne, biryara xwe ya li ser 'demboriyê' da. Dozger got, 'Di çarçoveya dosyayê de şahidên din hene dê li wan were guhdarîkirin.' Der heqê fermandarê Alayê yê komkujî rêvebir Hatîpoglû de cezayê girtinê yê bêdawî hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lêpirsîna xwe ya der barê 2 jê leşker mirina 16 kesan, ku Fermandarê Jendermeyan ê Herêma Amedê Tûggeneral Aydin ê di encama sûîkastê de hat kuştin heye, temam kir. Di gilînameyê de hat ragihandin ku herçend li gorî daxuaynyên fermî PKK'ê êrîşî navçeyê kir jî, di nava van 20 salên bihurî de ti delîleke ku nîşan bide PKK'ê êrîş kiriye, nehatiye dîtin. Der heqê Fermandarê Alaya Jendermeyan a Amedê Albay ê teqawît Eşref Hatîpoglû yê komkujî rêvebir de, cezayê girtinê yê bêdawî yê girankirî hat xwestin.

dozgerê Komarê Osman Coşkûn ê dosyayên kuştinên kiryar ne diyar lêkolîn dike, di roja dawî ya demboriya 20 salan de gilîname amade kir û gilîname ji aliyê 8. Dadgeha Cezayên Giran a bi Xala 10. a TMK re wezîfedar e, hat qebûlklirin.

Di gilînameyê de hat ragihandin ku operasyona 22'ê Cotmeha sala 1993'an ji aliyê Fermandarê Jendermeyan ê Amedê Eşref Hatîpoglû ve hatiye rêvebirin. Li gorî raporên fermî endamên PKK'ê êrîşî navçeyê kirine, lê belê rêxistinê daye xuyakirin ku wê rojê ti komên wan êrîşî navçeyê nekirine. Di nava 20 salên bihurî de nehatiye tespîtkirin ku êrîş ji aliyê rêxistinê ve hatiye kirin."

Di gilînameyê de Albay ê teqawît Eşref Hatîpoglû û Ustegmen Tunay Yanardag weke "gumanbar" cih girtin. Der heqê Hatîpoglû û Yanardag de cezayê girtinê yê dawî yê girankirî û 24 sal cezayê girtinê tê xwestin.