Leşker qereqolan li ser gorên welatiyan ava dike
Leşker qereqolan li ser gorên welatiyan ava dike
Leşker qereqolan li ser gorên welatiyan ava dike
Li gundikê Melkişî yê Eyndar a Hezroya Amedê leşkeran qereqol li ser goristana gund ava kir. Ji ber qereqol li ser goristanê hat avakirin gelek gorên welatiyan di nava sînorê înşaetê de hatin hiştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê DÎHA’yê leşkerên ku li herêmê avakirina qereqolan berdewam dike êdî li ser gor û goristanên gundiyan jî qereqolan ava dikin. Li gel hemû bertekên welatiyan li herêma avakirina qereqolan berdewam dike. Li gundikê Melkişî yê Eyndar a Hezroya Amedê leşkeran qereqol li ser goristana gund ava kir. Ji ber qereqol li ser goristanê hat avakirin gelek gorên welatiyan di nava sînorê înşaetê de hatin hiştin. Welatiyên gund û cerdevanan bertekên xwe nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin.
Cerdevanê bi navê S.A. anî ziman ku, leşker gefan li wan dixwin û wiha got: "Leşker dibêje 'Hûn cerdevanin. Mafê we tune hûn dengê xwe bilind bikin. Hûn dengê xwe bilind bikin em dê derbarê we de dozê vekin’. Dema qereqol dihat avakirin me xwest em gorên xizmên xwe ziyaret bikin. Lê fermandar û serbasan destûr nedan em gorê ziyaret bikin. Dewlet ji mere qereqolan û li Rojava jî fabrîqeyan ava dikin."
S.A. da zanîn ku, di vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çareseriya Demokratîk daye destpêkirin de li herêmê qereqol tên avakirin û leşker naxwazin ew li hemberî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin.
Cîgirê Serokê BDP'a Hezro Ehmed Sirnaç destnîşan kir ku, li hemberî vê pêkanînê wan komisyon ava kir û bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin, lê hewldan û serlêdanên wan bê encam ma. Sirnaç anî ziman ku, wan bertekê xwe li hember vê pêkanînê nîşandane û wiha got: "Ev pêkanîn li dijî sinc û nirxên gel û civakê ye. Ev hovîtiye. Her çend gorên cerdevanan bin jî ev li dijî sincê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Em bang li hemû rayedar û cemaweriyê dikin ku bêdeng nemînin."