Leşker û polîsên Tirk li her derê êrîşê gel dikin

Leşker û polîsên Tirk li her derê êrîşê gel dikin

Leşker û polîsên Tirk bi bombeyên gazê û guleyên rastîn êrîşê bi hezaran kesên ku ji bo parastina Kobanê ku şer lê dijwar bûye, kom bûne û dixwazin di deriyê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin, kirin. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin. Leşker û polîsan gef li rojnamevanan jî xwarin û gotin: “Ger hûn ji vir neçin em dê we bikujin.”

Piştî şerên li rojhilat û rojavayê Kobanê dijwar bûn bi hezaran kes xwestin di deriyê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin. Bi hezaran kesên ku dixwestin derbas bibin li rastî êrîşa polîs û leşkerên Tirk hatin. Leşker û Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rastîn êrîşê gel kirin.

GELEK KES BIRÎNDAR BÛN Û HATIN BINÇAVKIRIN

Polîs û leşkeran ne tenê êrîşê gelê li aliyê Pirsûsê kirin, di heman demê de êrîşê gelê aliyê Kobanê jî kirin. Di êrîşên li her du aliyên sînor pêk hatin de gelek kes hatin birîndarkirin û binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi cop û kaskên li serê polîsan hatin derbkirin.

LEŞKER Û POLÎSÊN TIRK SÎNORAN NAS NAKIN

Kesên ku çûn ber Ofîsa Toprak Mahsulleriyê jî li rastî êrîşa polîsan hatin.  Hate ragihandin ku li vir jî gelek kes birîndar bûn. Leşker û polîsên Tirk ku di êrîşan de sînoran nas nakin, êrîşê gelê li ser xeta sînor jî kirin û gazek ku bêhna perfume jê tê bi ser gel de rijandin.

LI GUNDÊ ETMANÎKÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIN

Polîs û leşkerên Tirk li xeta sînor a li gundê Etmanîkê yê ku beriya niha jî kon lê hatibûn vedan û ji aliyê polîsan ve hatibûn rakirin, kirin. Hat diyarkirin ku di van êrîşan de gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin.

GEFA MIRINÊ LI ROJNAMEVANAN XWARIN

Rojnamevan û endamên çapemeniyê jî para xwe ji êrîşa leşker û polîsan girtin. Leşker û polîsan gef li rojnamevanan jî xwarin û gotin: “Ger hûn ji vir neçin em dê we bikujin.” Hêjayê gotinê ye ku beriya niha jî rojnamevan li vê derê, li rastî êrîşa polîsan hatibûn.