Leşker û polîsên Tirk li ser sînor êrîşî gel kirin

Leşker û polîsên Tirk li ser sînor êrîşî gel kirin

Girseya gel a li Deriyê Sînor ê Kobanê disekine, ku jin, îxtiyar û zarok jî di nav de bû rastî êrîşa polîs û leşkerên Tirk a bi bombeyên gazê hat. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Leşker her wiha destûrê nadin Kobaniyên ku duh malbatên xwe anîn Pirsûsê û îro xwestin vegerin Kobanê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin.

Girseya gel a li ser bingeha banga seferberiyê ya li dijî êrîşên li hemberî Kobanê, bi şev li binê konên li gundê Edmanîk ê Pirsûsê man, bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" dest bi roja nû kir. Ber destê sibehê artêşa Tirk bi sedan leşker şand herêma sînor. Leşkerên li nuqteya Kobanê jê derbas dibin li hev hatin civandin, bênavber banga vekişînê li Kobaniyan kirin. Leşkeran bi carekê ve bombeyên gazê berdan nava gel û dest bi destwerdanê kirin.

Êrîşa leşkerê destûrê nedin derbasbûna Kobaniyan, bi dijwarî dewam dike.

Berî êrîşê ji bo Kobanê bê valakirin polîtîkayek tê meşandin û tenê destûra kesên ji Kobanê tên, tê dayîn. Ciwanên ku duh malbatên xwe anîn Pirsûsê xwestin îro vegerin Kobanê, lê belê rastî astengiya leşkeran hatin. 

Êrîşa leşkeran rastî bersiva ciwanan a bi keviran hat. Li herêmê pevçûn dewam dike.

Hat ragihandin ku di dema êrîşê de Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, yek jê kapsula bombeya gazê li paş stuyê wî ketiye herî kêm 2 kes bi giranî birîndar bûne. Birîndar bi ambûlansan radikin nexweşxaneyan. Pevçûn bi dijwarî dewam dikin û tê gotin ku ji navenda Rihayê û navçeyên wê hejmareke zêde ekîbên polîsan ji Pirsûsê re hatine şandin.

Gelê li herêmê destnîşan dike ku êrîşa leşkeran jî destekê dide DAIŞ'ê û dibêjin, "DAIŞ hewl dide dorê li Kobanê bigire. Leşkerên Tirk jî bi êrîşa li hemberî me re, tevkariyê li vê dorpêçiya DAIŞ'ê dikin. Roj roja rûmetê ye, roja xwedîderketina li Kobanê ye" û bang kir.

Gelê li Pirsûsê li ser sînor e da xuyakirin ku meşa li bajaran bêguman tevkariyê dike, lê belê ya herî girîng li ser sînor çêkirina zincîrê ey û bang li girseyên gel kir ku li ser sînor bicivin.

Êrîşa leşker û polîsan dewam dike.