Leşkeran êrîşî welatiyên Navberojan kirin: 3 birîndar
Leşkeran êrîşî welatiyên Navberojan kirin: 3 birîndar
Leşkeran êrîşî welatiyên Navberojan kirin: 3 birîndar
Li Gundê Navberojan a Şemzînanê welatiyên ku beriya 10 rojan li dijî zextên li ser gund çalakî dabûn destpêkirin îro radestî destwerdana leşkeran hatin. Di encama êrîşa leşkeran de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.
Demek berê leşkeran û tîmên taybet bi hinceta qaçaxvan hene bi ser gelek malên gundikên Serekanî, Mûseqa, Nahwe, Bêrok û Îsya yên Gundê Navberojan a Şemzînana Colemêrgê de girtibûn. Leşkeran di serdegirtina malan de dîsa erzaqên welatiyan desteser kiribûn û kom kiribûn.
Welatiyên Gundê Navberoja li dijî vê helwesta leşkeriyê li ser rê dest bi çalakiyê kiribûn û 10 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. Leşkeran îro bi bombeyên gazê mudaxaleyî weatiyan kir û 3 welatî birîndar kirin. Leşkeran îro xwest 3 maşîneyên kar û erzaq bibin qereqolên herêmê. Lê girsê destûr neda vê yekê. Li hemberî vê yekê leşkeran bi bombeyên gazê mudaxaleyî welatiyan kir. Di bûyerê welatiyê bi navê Muhyettin Kaya ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Bavê Kaya Bekir Kaya û birayê Kaya Sadık Kaya dema çûn qereqolê. Ji aliyê leşkeran ve rastî lêdanê hatin. Welatiyan Muhyettin Kaya, ku bi giranî birîndar bû ji destê leşkeran girt û birin Ocaxa tenduristiyê ya Rûbarokê. Hat zanîn ku Sadik Kaya û Bekîr Kaya jî birîndar bûn.
Rageşiya li gund berdewam dike.