Leşkeran li sînor 2 rojavayiyên din jî birîndar kirin
Leşkeran li sînor 2 rojavayiyên din jî birîndar kirin
Leşkeran li sînor 2 rojavayiyên din jî birîndar kirin
Li sînorê Rojava û Kîlîsê welatiyên bi navê Fevzî Hûsen û Muhammed Hûsen ên rojavayî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndarkirin.
Li nêzî gundê Dogançayê ya Kîlîsê 2 welatiyên Rojava yên bi navê Fevzî Hûsen (16) û Muhammed Hûsen (25) ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin. Bûyera ku saet di 16.00'an de qewimî de her du Rojavayî birîndar bûn. Welatiyên Rojava yên ku ji Kantona Efrînê ne li Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê tên dermankirin. Hate hinbûn ku her du welatî ji bo pêdiviyên xwe yên rojane xwestine derbasî Kîlîsê bibin.