Leşkerê hate îdiakirin hevalê wî gulebarankiriye veşartin

Leşkerê hate îdiakirin hevalê wî gulebarankiriye veşartin

Leşkerê binavê Cibraîl Kaya yê Kurd ku li Stenbolê leşkertî kir û 3 meh mabûn ji terhîsê re hate îdiakirin ji aliyê hevalê wî yê pêre nîqaşkirî ve hatiye gulebarankirin, li gundê wî hate definkirin.

Leşkerê binavê Cibraîl Kaya yê ji gundê Meman yê ser binavçeya Pirsûsa Rihayê ku li Stenbolê leşkertî dikir û sê meh mabûn ji terhîsê re, hate îdiakirin ji aliyê hevalê wî ê pêre nîqaşkiriye ve hatiye kuştin, cenazeyê Kaya îro bi balefira leşkerî anîn Rihayê. Malbata ku piştî rayedarên leşkerî agahî danê zanî, cenazeyê zarokê xwe girtin û bi eskorta leşker û polîsan birin gundê Meman.

Malbatê û gundiyên ku xwestin beriya defin bikin carekê bibînin, leşkeran got “gunehe” destûr neda. Li ser israra malbat û gundiyan bav û birayên wî cara dawî Kaya dîtin û li ber lorînan veşartin.

Li aliyê idn jî hate diyarkirin ku, du gule li Kaya ketine, yek li serê wî ya din jî li piştê ketiye.