Leşkerên Îranê gundiyek birîndar kir

Leşkerên Îranê gundiyek birîndar kir

Leşkerên Îranê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê de li herêma Ûrmiyê gule li gundiyên ku li ser sînor karê bazirganiyê dikirin reşandin û di encamê de gundiyek birîndar kirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine roja 1’ê Îlonê li herêma Tilgerevara girêdayî Ûrmiyê di saet 4.00 û 5.00 de muhafizên Şoreşa Îranê ( pastaran) li ser sînor kemîn danîne  peşiya gundiyên ku li ser sinor karê bazirganiyê dikin. Di encama guleyên leşkeran de gundiyê bi navê Peyam Hesen bi giranî birindar bû.

Rejîma Îranê her sal bi dehan kesan li ser sînor bêdaraze înfaz dike. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurd di sala 2012’an de rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 37 kes kuştiye. Ev înfaz piranî li sînorên Serdeşt, Ûrmiye, Mako, Mahabad, Merîwan, Xoy, Oşnaviye û Kamyaran pêk hatine.

Rejîma Îranê herî kêm 35 salin li Rojhilatê Kurdistanê  cihêkariya etnîkî dike. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurd, butçeya hikûmetê bi neheqî tê parvekirin û ji bo  Rojhilatê Kurdistanê jî beşek kêm tê veqetandin. Ji aliyê pêşketina aboriyê de cihêkariyeke mezin dike û di xeta sînor de ji bo Kurd derbas nebin  daristanan dişewitînin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurd  destnîşan kirin ku bi vê polîtiya xwe dixwazin Kurdan lewaz bikin. Komele di rapora xwe ya salane de diyar dike ku Kurd xwedî kêm derfetane ji bo bixebitin, lewma zêde alternatîf li pêşiya wan nîne.

Şêniyên Îranê ji sedî 40 di bin sînorê hejariyê de dijîn,  zêdeyî sedî 25 bê karin. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê hin  zêdetire. Bi taybet mirovên li ser sînor dijîn, ji bo debara malbata xwe bikin, karê bazirganiyê dikin. Dema ku rejîma Îranê wan dibînin jî bê pirs û bersiv wan dikujin.