Leşkerên Îranê gundiyek qetil kirin

Leşkerên Îranê gundiyek qetil kirin

Leşkerên Îranê gundiyekî debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikir qetil kirin û yek jî birîndar kirin.

Şeva 12’ê Îlonê saet derdora 01.00’ê de du gundiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ku derbasî aliyê Sêgirka yê girêdayî navçeya Wanê Ebexê bûn, di dema vegerê de ketin kemîna leşkerên Îranê. Di kemînê de welatiyê Rojhilatî yê bi navê Zahir Serbazî jiyana xwe ji dest da û gundiyê bi navê Mehdî Xarîcî jî birîndar bû.

3’ê Îlonê leşkerên Îranê li Pîranşarê du gundiyên bazirganiya sînor dikirin qetil kirin û 50 hesp û hêstirên aîdî gundiyan jî telef kiribûn.