Leşkerên Îranê kasibkarekî din ê Kurd birîndar kirin

Leşkerên Îranê kasibkarekî din ê Kurd birîndar kirin

Li her cihê ku kasibkarên Kurd bixwazin lê jiyana xwe berdewam bikin, rastî zext û êrîşên rejîma Îranê tên. Kasibakarekî din li Astara ya girêdayî herêma Mazinderan bi gule berdana çekdarên rejîma Îranê ji lingê xwe birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine wergirtin, kasibkarekî ku bi navê Hêmin Rehîmî temen 26 saliye, ji gundê Kawlanî xwarê ya girêdayî bajarê Mihabatê ye, ji aliyê hêzên rijêma Îranê ve li nêzîk navçeya Astara li herêma Mazinderan rastî êrîşa bi çekan hatiye û bi giranî birîndar bûye. 
Hêmin Rehîmî rakirine nexweşxaneyek Astara yê.