Leşkerên Îranê malên gundiyan şewitandin

Leşkerên Îranê malên gundiyan şewitandin

Leşkerên Îranê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê li herêma Tilgever, gundekî ku pêştir ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû valekirin, gundiyên ku cardin vegeriyan li rasta êrişê hatin. Leşkerên rejîmê malên gundiyan şewitandin.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, roja Îniyê piştî nîvro li Kerekanê ya girêdayî Tilgeverê leşkeran piştî danîna kemînê ketine nava gund û gef li gundiyan xarin. Ev gund pêştir ji aliyê leşkerên Îranê ve hatibû şewitandin lê di demên dawî de xwecihên gund cardin vegeriyabûn gundê xwe.

Hêzên rejîmê yên ku cardin xwastin gund vala bikin 3 malên gundiyan şewitandin.