Leşkerên Kurd ên rastî êrîşê hatin serî li ÎHD'ê dan

Leşkerên Kurd ên rastî êrîşê hatin serî li ÎHD'ê dan

Leşkerên Kurd ên li 12'emîn Turgaya Mekaînze ya Agiriyê rastî êrîşa fermandar û leşkeran hatin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik diyar kir ku, li gorî îfadeyên leşkeran dayîn, leşkerên bi darbeyên kêrê hatin birîndarkirin û piyên wan hatin şikandin hene û wiha got: "Bi vê yekê mirin û întîharên di nava leşkeriyê de di kîjan astê de ye radixe ber çavan. Ev bûyer kuştina leşkeran piştrast dike."

9 leşkerên Kurd ên li 12'emîn Tugaya Mekanîze ya Agiriyê yên ji ber nîqaşa "kurd û tirk" rastî lêdanê hatin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik serlêdana leşkeran girt û têkildarî mijdarê de wiha agahî dan: "Ji leşkerên di nava Tugayê de rastî lîncê hatin Murat Aydin ji gundê Navîkê yê Agiriyê ye. Aydin dema li 2'yemîn Tugaya Komando ya Boluyê leşkerî dikir ji bo destûrê hatibû Agiriyê. Piştî destûriya wî xilas dibe li ji bo vegera yekîneya xwe diçe 12'emîn Tugaya Mekanîze ya Agiriyê û li wir di 23'yê sibatê de di demjimêr 19.20'an de dema li mêvanxwaneya ATM'ê rastî êrîşa 40-50 kesên leşkerên cilên sivîl û payeya wan nediyar hate û hate darpkirin. Piştî lêdanê we li ser piyan li revîrê hatin dermankirin. Li gorî îfadeyên Murat Aydin ên bi riya telefonê dayîn Omer Vural, Bîlal Dogan, Vefa Yoruk, Şehmus Kaya, Murat Laçîn, Abdurrahman Vural, Mehmet Eken, Cahît Topçu û 3 leşkerên din ên navên wan nehatin zanin hatine darpkirin."

BI KÊRÊ BIRÎNDAR BÛN!

Işik anî ziman ku, li gorî agahiyên Omer Vural ê ku navçeya Giyadînê ya Agiriyê yê bi darbeya kêrê birîndar bû jî wisa ne: "Wî bi xwe darbeya kêrê girt û ji çeneya xwe jî birîndar bû. Agahiya piyê hevalên wan hatiye şikandin hene agahî dan." Işik da zanîn ku, birayê Vefa Yoruk û malbata Şehmus Kaya hînî rewşê bûn û çûn Tugayê li ÎHD'ê geriyan û wiha got: "Lê malbat ji bo daxuyaniyê bidin xwe paşve dikêşin."

'ÎDÎAYÊN ÎNTÎHARÊ DI KÎJAN ASTÊ DE NE EV BÛYER NÎŞAN DIDE'

Işik têkildarî bûyerê de nirxandin kirin û anî ziman ku, têkildarî mirina leşkeran de jî berê ji wan re serlêdana hatin kirin û wiha pê de çû: "Bi vê yekê re îdîayên di nava leşkeriyê de întîhar û mirina leşkeran radixe ber çavan. Ev bûyer kuştina leşkeran piştrast dike. Piştî serlêdanê ji ber rewşa lezgîn min agahî da Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan."