Leşkerên rejîma Îranê êrîşî Kasibkarên Kurd kirin

Leşkerên rejîma Îranê êrîşî Kasibkarên Kurd kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê navçeya Selasê, leşkerîn rejîma Îranê êrîşî Kasibkarên Kurd kirin û di encamê de leşkerekî rejîmî mir, yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên bi dest ketin, roja Şemiyê di navbara leşkerên rejîma Îranê û Kasibkarên Kurd de li navçeya Selasê  pevçûn derket. Di pevçûna ji ber êrîşa leşkerên rejîmê de, leşkerê bi navê Riza Qurbanî yê 25 salî mir û leşlerek jî bi giranî birîndar bû. 

Li gorî agahiyan dema leşkerên rejîmê hewildane dest deyne ser malên Kasibkaran pevçûn derketiye. Hat ragihindin ku hemû malên Kasibkarên Kurd ji aliyê leşkerên rejîmê ve hatine desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, salane bi dehan Kasibkarên Kurd di encama siyaseta birçî hiştinê de, li ser rêyên kasibkariyê de tên kuştin. Bi teybat Kurdên li sinorê Rojhilatê Kurdistanê bi vê siyaseta rejîmê re rû bi rû ne.