Leşkerên rejîma Sûriyeyê Lorîna 12 salî qetil kirin

Leşkerên rejîma Sûriyeyê Lorîna 12 salî qetil kirin

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê zaroka bi navê Lorîn Kinco ya 12 salî di encama guleyên leşkerên rejîma Baas de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer îro di saetên piştî nîvro de li taxa Şêxmeqsûd qewimî. Li gorî agahiyan dema zaroka bi navê Lorîn Kinco ya 12 salî li nêzî Goristana Zarokan a li taxê dilîst bû hedefa guleyên qernasên leşkerên rêjîma Baas ên ku xwe li ser avahiya Nexweşxaneya Yonanî bicih kiribûn. Di encama gulebaranê de Kinco jiyana xwe jidest da.

Bavê Lorîna 12 salî diyar kir ku mala wan li nêzî Goristana Zarokan e, lê ji ber şer û pençûnan mala xwe birin cihekî din. Bavê Lorînê da zanîn ku keça wî çûbû nêzî mala xwe ya kevin da ku bi hevalên xwe yên li wê derê re bilîze.