‘Leşkerên tirk birçî diman’
‘Leşkerên tirk birçî diman’
‘Leşkerên tirk birçî diman’
Gerîlayê HPG’ê Azad Çiyayê Mazî diyar kir ku, bi tevgera şoreşger ya ku Tevgera Azadiya Kurd li Kurdistanê pêk aniye, artêşa Tirk bandora xwe winda kiriye û got: “Artêşa Tirk we tevger şoreşger re windahiyên mezin dane.
Gerîla Çiyayê Mazî li navçeya Çiyayê Mazî gundê Seznat hatiye dinê. Di 2008’an de tevlî gerîla bûye. Azad jî din ava tevgera şoreşger ya ku HPG’ê di hezîrana 2012’an de li ji çar mehan zêdetir li Şemzînan, Çelê, Elkê û Geverê domiya de cih girt. Gerîla Azad da zanîn ku, tevgera şoreşê re artêşa tirk wendahiyên mezin dan.
RIYA GELIYÊ DOSKÎ BI ŞEV Û ROJ DI BIN KONTROLA ME DE BÛ
Li hemberî qerekola Şitazin ya li herêma Oremar ya di navbera Şemzînan û Gevera Colemêrgê de bû, di 19’ê hezarana 2012’an de çalakî pêk hat û di çalakiyê de ji 30’î zêdetir leşker mirin û gerîla li qadê serweriya xwe ava kir. Gerîla Azad diyar kir ku, ‘Piştî çalakiya Şitazin şûn de em daketin ser riya Geliyê Doskî û me şev û roj kontrol dikir.
Azad da zanîn ku, her çiqas ku dewleta Tirk xwest bi awayekî leşkerî mudaxale bike jî bi ser neketiye û got: “Dijmin dizanibû me rê girtine. Ji bo vê xwest mudaxele bike. Li hemberî îradeya gerîla paşve kişiyan.”
GEL ELEQEYEK MEZIN NÎŞAN DIDA
Azad da zanîn ku, dema kontrola nasnameyan dikirin, gel bi germahiyeke mezin nêzî wan dibû û got: “Gel ji me re digot; êdî zarokên me kontrola nasnameyan dikin, êdî dijmin ji Kurdistanê derxistine.”
LEŞKERÊN TIRK JI SER GUNDIYAN XUREK PEYDA DIKIRIN
Azad destnîşan kir ku, qerekola ku dorpêç kiribûn leşkeran nekaribû bi cihekî ve biçin û carna ji ser gundiyan peyam ji wan re şandine û got: “Dema me kontrola rê dikir, wan êrîş pêk dianî. Lê dijî îradeya gerîla neçar man vekişin. Leşkerên li vê qadê li ser gundiyan ji me re peyam dişandin û digotin me nekujin em ditirsin.”
Azad anî ziman ku, qerekolên dagir kiribûn, bi karwanan dixwestin xwe bigihîninê lê me destûr nedane vê û got: “Dijmin dixwest bi karwana bikevin lê bi ser nediketin. Ji ber vê zehmetiya xurek dikişandin. Carna bi şev bi helîkopteran û carna jî bi alîkariya gundiyan di anîn. Carna jî birçî diman, gundî dihatin ji me re digotin.”