Leşkerên Tirk gule li du şivanên Rojavayî reşandin

Leşkerên Tirk gule li du şivanên Rojavayî reşandin

Leşkerên Tirk li sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, sûcên xwe dewam dike. Leşkerên ku heta niha bi dehan kes bê pirs û îfade qetil kirine, vê carê gule li du şivanên Rojavayî yên li deştê pezên xwe diçêrandin, reşandin.

Leşkerên Tirk ên ku bi îdîaya ku qaçaxî sînor derbas kirine yan jî qaçaxçitî kirine bi dehan kes qetil kirin, vê carê Rojavayiyên li ser xaka xwe şivantî dikirin, hedef girtin.

Di 15'ê Îlonê saet 23:30 de, şivanên bi navê Haydar Osman ê ji gundê Sorkê yê 24 salî û Celal Mûhammed ê ji gundê Konreş ê 23 salî, dema li deşta Şadiye ya ser bi nahiya Reco ya Efrînê pezê xwe diçêrand, rastî gulereşandinê hatin.

Osman û Mûhammed dema dora çêrandina pez dan şivanên dûre hatin, dest bi vegerê kirin, lê hingî rastî êrîşa leşkeran hatin. Her du şivan jî ji lingê xwe birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê û hatin tedawîkirin.

Haydar Osman da xuyakirin ku nêzî pênc meh in ew li herêmê heywanên xwe diçêrîne û anî ziman ku heta niha dema ew nêzî sînor dibûn gule li hewayê dihatin reşandin, lê vê carê tevî ku ew dûrî sînor bûn jî yekser hedef hatine girtin.

Osman got, "Berê, dema mirovên me sînor derbas dikirin rastî êrîşê dihatin. Gelo wê ji vê re çi bêjin? Dema me li nava xaka xwe pezê xwe diçêrandin, leşkerên qereqola Aktepe ya ser bi Hassayê gule li me reşandin. Osman diyar kir ku ji bilî wan bi dehan şivan li herêmê hebûn.

Osman da zanîn ku ew berê diçin nuqteya dawî ya sînor û bi leşkeran sohbet jî dikirin û destnîşan kir ku piştî şoreşê, leşkeran bêyî şivan-qaçaxçiyan ji hev cuda bike, yekser hemû Rojavayî hedef girtin.

Osman da xuyakirin ku herêmê mîna wan bi dehan şivan hene û anî ziman ku ji bo debara xwe bikin li heman herêmê bostanên bi dehan malbatan hene. Osman diyar kir ku guman heye, leşker mirovên ku bi şev diçin avdana bostanên xwe hedef bigirin û guleyan li wan bireşînin.

Celal Mûhammed ê ji lingê xwe birîndar bû destnîşan kir ku ji ber Tirkiye Rojavayiyan weke dijmin dibîne, êrîşî wan kiriye.

Mûhammed bûyera ku di encama gulereşandina leşkeran de birîndar bû wiha vegot: "Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Ji ber ku em vî karî dikin, li ku cihekî xweş ê çêrandinê hebe, em dizanin. Deşta Şadiye ku leşkeran li wir gule berdan me, ji dema zarokatiya xwe ve em pezên xwe li wir diçêrînin. Îsal, ji ber ku gihayê aliyê me hişk bû, me çêrandina pezê xwe em hatin vir. Çend caran, ji bo em vê derê biterikînin leşkeran guleyên rastîn berdan me. Ji bo em bitirsin û bi pezê xwe ji herêmê biçin. Lê belê ev der xaka me ye û cihekî ku em her sal tên. Dibe ku haya leşkeran jê tinebe, lê fermandarên wan baş dizanin. Vê êvarê dîsa heta roj çû ava me pezê xwe çêrandin. Min karê çêrandinê teslîmî birayê xwe kir. Me çayek çê kir û vexwar. Dûre bi hevalê xwe re ji bo biçin malê, em ji nav pez derketin. Piştî hinekî em jê dûr ketin, gule li me reşandin. Em ji radyoyan guhdarî dikin ku çete ji sînor derbas dibin, ji wan re çek tê birin û leşker tiştekî nakin. Leşker, tiştekî bi çeteyên ji bo êrîşî xaka me bikin tên, nakin. Lê belê li mirovên mîna me feqîr, li ser xaka me guleyan direşînin."

Bi van her du şivanan re, di nava deh rojên dawî de hejmara Rojavayiyên dema ji gundên ser bi nahiya Şera û Reco hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin lê rastî êrîşa leşkeran hatin, derket 7 kesan. Ji van yekî jiyana xwe ji dest da, yek jî milê wî jê bû.