Leşkerên Tirk keça 6 salî li Serêkaniya binxetê birîndar kirin

Leşkerên Tirk keça 6 salî li Serêkaniya binxetê birîndar kirin

Li Serêkaniyê malbata ku ji ber topbarana komên çete ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve reviya, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hate gulebarandin. Di encama gulebaranê de zaroka malbatê ya 6 salî birîndar bû.

Li Bakurê Kurdistanê gel rastî guleyên çeteyên El Qaîdeyê tên, li Rojava jî leşkerên Tirk gule li sivîlan direşînin. Topbarana komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê ku di saetên serê sibehê de ji aliyê Til Xelef ve di avêtin, ziyana maddî gihan malên sivîlan. Lê welatiyên ku xwe ji êrîşên topan diparêzin vê carê bûn hedefa gulebarana leşkerên tirk.

Hate ragihandin ku malbateke ji ber topbarana çeteyan ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve reviya, rastî gulebarana leşkerên tirk hat. Di encama gulebaranê de zaroka malbatê Rehef Mihemed Cuma a 6 salî ji lingê xwe birîndar bû. Rehef rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.