Leşkerên Tirk Kurdek qetil kirin

Leşkerên Tirk Kurdek qetil kirin

Welatiyên ku dixwestin bi armanca bazirganiyê li herêma sînor a Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarankirin. Di encama gulebaranê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Duh êvarê dema komek welatiyên Kurd ên ji bajarê Serêkaniyê dixwestin ji bo bazirganiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li taxa Ebra ya nêzîkî sînor rastî gulebarana leşkerên artêşa Tirk hatin û di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Asim Ebdo jiyana xwe ji dest da û welatiyekî din jî birîdar bû.

Asim Ebdo ku bi helwestên xwe yên welaparêzî dihate naskirin û gelek caran ji bo parastina taxên bajêr li bendên kontrolê nobed digirt, di sala 1980'an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye û bavê du zarokane. Cenazeyê Ebdo rakirin gundê Gidîş ê Serêkaniyê.