Leşkerên Tirk Kurdekî ji Rojhilat qetil kirin

Leşkerên Tirk Kurdekî ji Rojhilat qetil kirin

Tê îdîakirin ku li gundê Heretîla ya Saraya Wanê welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Senar Xalibî ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Bi sedan welatiyê ku cenazê Xalibî girtin bi dirûşmên "Qatîl Qeymeqam" di xwazin bikevin avahiya qeymeqamiyê polîs û leşkeran mûdaxaleyên girseyê kir. 

Li Gundê Heretîlê yê Saraya Wanê welatiyê kurd ê ji Îranê Senar Xalibi (26) ku tê gotin qaçaxvaniya mazotê dikir ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Piştî şevê din Xalibî li gel 4 hevalên xwe çû qaçaxvaniyê û ji aliyê leşkerên tirk ve rastî gulebaranê hat, bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Xalîbî ku dema xwest sînor derbas bike ji ber ku rê li pêş wî hat girtin xwe avêt nava gund û dema serê sibê ji gund derket ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşa çekdarî hat. Welatiyên gund diyar kirin ku Xalibî ji aliyê leşkeran ve hat înfazkirin. Welatiyê gund Hilmî Aygun, diyar kirin ku leşker ketûber ketin nava gund û ketûber gule li nava gund reşandin. Aygun, anî ziman ku dema leşker ketin nava gund û qaçaxvan gulebaran kirin, li nava gund xwendekarên diçûn dibistanê hebûn û dîsa şivanên diçûn çolê bi erzanî ji kuştinê xelas bûn. 

Aygun, da zanîn ku her der vegerandin şer û Senar Xalibî di êrîşê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Leşker hatin cihê bûyerê û boçikên guleyan ên vala tev kom kirin û delîl winda kirin. Leşkeran li gund teror avakirin. Gule li baniyan û dîwaran ketin û gelek welatî ji mirinê xelas bûn." 

Ajokarê Serwîsa xwendekaran Mehmet Demiradam, jî anî ziman ku bûyer saet di 05.45'an de pêk hat û wihagot: "Dema xwendekar li maşînê siwar bûn dengê teqînê hat. Min xwendekar bi lezgîn li maşînê suyar kirin. Piştî bûyerê ez çûm cihê bûyerê min dît ku Senar Xalibî hatiye kuştin. Gule li pişt wî ketibû û di sînga wî re derketibû. Ji ber ku gundiyan diyar kirin ku heta dozger neyê ew cenaze nadin Dozgerê komarê yê Sarayê Orhan Saglam hat cihê bûyerê û lêkolîn kir. Piştî dozger lêkolîn temam kir dozger cenazeyê Xalibî li gel rêveberên BDP'ê bir birin Sarayê.

Hat îdeakirin ku li Gundê Heretîla Saraya Wanê welatiyê Îranê yê kurd yê bi navê Senar Xalibî yê 26 salî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin. Welatiyan cenazeyê Xalibî anî navçeyê û ber bi avahiya qeymeqamiyê ve meşiyan. Welatiyan dirûşmên "Qatil Qeymeqam" û "Qeymeqam îstîfa" berz kirin û dixwazin bikevin avahiya qeymeqamiyê. Avahiya qeymeqamiyê bi wesayitên zirxî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Leşker û polîsan mûdaxaleyên girseyê dikin. 

Di dema mûdaxaleyan de welatiya bi navê Sidika Gûneş ya 80 salî ji hişê xwe çû.