Leşkerên Tirk li dayîkek û du zarokên wê yên Serêkaniyê xistin
Leşkerên Tirk li dayîkek û du zarokên wê yên Serêkaniyê xistin
Leşkerên Tirk li dayîkek û du zarokên wê yên Serêkaniyê xistin
Li Serêkaniya bakûrê Kurdistanê, leşkerên Artêşa Tirk duh bi şev li jina porsipî ya Ereb (N.H) a ku ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabû Bakûrê Kurdistanê dan û gotinên kirêt jêre kirin.
Duh di demjimêrên şevê de dema jina porsipî ya Ereb ya binavê N.H ji ber ku mala wê ji aliyê komên çete hatibû dizîn û xirabkirin, tevî du kurên xwe berê xwe da Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyeyê li wan dan û gotinên kirêt ji wan re kirin.
Di derbarê mijarê de jina porsipî ya Ereb (N.H) got: ''Dewriya leşkerên Tirkiyeyê em girtin û li min û zarokên min xistin û gotinên kirêt ji me re kirin û em vegerandin Serêkaniyê binxetê'' piştî ku jina porsipî ya Ereb (N.H) tevî herdû zarokên xwe ji aliyê hêzên asayişê ve hatin dîtin û ew dermankirin.