Leşkerên Tirk maşînek gulebaran kirin: 3 birîndar
Leşkerên Tirk maşînek gulebaran kirin: 3 birîndar
Leşkerên Tirk maşînek gulebaran kirin: 3 birîndar
Li gundê Elenya ya navçeya Elbaka Wanê, bi îdiaya ku karên kasibkartî dikirin, maşîneyek ji hêla leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin. Di êrîşa leşkeran de, li gorî agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûne.
Hate ragihandin li gundê Elenya ya navçeya Elbaka Wanê, bi îdiaya karê cigareyan bi qaçaxî kirine, leşkeran maşînek şopandine û piştre jî maşîn gulebaran kirine. Hat ragihandin di gulebarana leşkeran de welatiyên bi navê Kayhan Demîr, Erdogan Aydin û Orhan Bakir birîndar bûne. Piştî êrîşa leşkeran welatiyan bertek nîşanî leşkeran dan û pevçûn derket. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de leşkerê bi navê Ozcan Kurtkan ji çavê xwe birîndar bûye.
Hat zanîn ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê, polîs û leşkeran dora nexweşxaneyê girtine. Piştî bûyer hat bihîstin bi sedan welatî li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Der barê rewşa welatiyên birîndar de agahiyên zelal nehatin girin, hat gotin ku dê birîndaran rakin bajarê Wanê.