Leşkerên Tirk welatiyê Kurd yê Rojava qetilkirin

Leşkerên Tirk welatiyê Kurd yê Rojava qetilkirin

Ciwanê binavê Siyamend Îbrahîm yê xelkê Amûda Rojava şevê din dema li ser sînorê derdora Onûrkoy ê ser bi Qoserê ve xwest derbaz bibe û teslîmî leşkerên Tirk bû, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.

Welatiyê Kurd ê ji Amûda Rojava Siyamend Îbrahîm (23) ku di nava koma 7 kesî ya şevê din xwestin di sinorê derdora Onûrkoy ê ser bi navçeya Qosera Mêrdînê de derbazî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Welatiyek yê Helebê ku nexwest navê xwe bide, li gel Siyamendê hate qetilkiribû xwest ji Sûriyeyê derbazî Tirkiyeyê bibin, ji DÎHA’ re axivî û got, ew ji ber şerê li Sûriyeyê revîne û şevê din di pêşengiya 3 rêzanan xwestine sinor derbaz bikin. Welatî da diyarkirin ku, çek li gel rêzan bû û dema ew danîn ser sinor, kesê çekdar çû. Bi rêzanên ku bêçek re xwestin sinor derbaz bikin, di wê demê de leşkeran got, destê xwe danin ser serê xwe û xwe dirêj bikin. Welatî anî ziman ku, piştî wê nêzî 100 leşker hatin cem wan û wiha axivî: “Leşker li ser serê me rawestiyan. Leşkerekê dirêjî Siyamend kir. leşker pê li tetîkê kir û gule li pişta Siyamend ket ji singê wî re derket. Dema Siyamend di sekeratê de bû, leşkerê pê li tetîkê kir îsk hatinê.”

‘LI REXMÎ EM BÊÇEKBÛN ÇEK DANÎ REX CENAZE’

Welatî bilêv kir ku, di dema bûyerê de ew gelek tirsiya û ji leşkeran re got, “Ez ji şer reviyame, hûn jî me dikujin.” Welatî da diyarkirin ku, “cenazeyê Siyamend danî ser têlê. Çek jî danîn rex cenaze û wêneyê wî kişandin. Lê belê li gel tu ji me çek tune bû. Çima tiştek wisan kirin min fêm nekir.” Welatî bilêv kir ku, leşkeran ji bo kontrola tenduristiyê ew birin nexweşxaneyê û di demjimêrên sibehê de jî piştî xwarina têştê, ew serbest berdan. Welatî da zanîn ku, çi agahiyê wî ji cenaze û kesên li gel wî nîne ka birine kuderê. Welatî diyarkir ku, 2 hezar lîreyê li gel bû leşkeran jê standiye.